‘Di doza Gezî de em ê mafê berxwedanê biparêzin’

‘Di doza Gezî de em ê mafê berxwedanê biparêzin’

Doza 81 gumanbarên Gezî yên di nav de rêveberên ESP û HDP’ê jî hene wê 21’ê Cotmehê destpê bike. Parêzerên dozê û ESP’yiyên tên darizandin, civîneke çapemeniyê pêk anîn, diyar kirin wê roja rûniştina dozê mafê berxwedanê biparêzin û gotin: “Gezî nikare bê darizandin.”

Di nav 81 gumanbarên doza Gezî de rêveberên ESP û HDP’ê jî hene.

Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê de ji parêzerên Buroya Hiqûqa Bindestan Ozlem Gumuştaş, Cengîzhan Karaşîn, parêzerê DÎSK Nejdet Okcan, ji koma Parêzerên Azadxwazên Buroya Stenbolê parêzer, Alîkarê Serokê Giştî yê ESP û Serokê Bajarê Stenbolê Çîçek Otlu, li ser navê Malbatên Girtiyên Gezî Haydar Tunç û ESP’yiyên di dozêde tên darizandin tevlî bûn.

Parêzer Gumuştaş diyar kir tê xwestin berxwedana Gezî darizînin û wê ji bo rûniştina dozê ya 21’ê Cotmehê bêjin “berxwedana Gezî nayê darizandin” biçin. Gumuştaş got: “Em ji bo hesaba şehîdên Gezî û Gezîvanan bipirsin û ji bo bêjin di rastiyê de yê bê darizandin dewlet e tevlî rûniştina dozê dibin.”

Ji parêzerên dozê Cengîzhan Karaşîn diyar kir wê di rûniştina dozê de li gor ruhê Gezî mafê berxwedanê biparêzin.

Ji kesên piştî Berxwedana Gezî 8 mehan di girtîgehê de hatin girtin Serokê ESP’ê yê Bajêr Çîçek Otlu terora dewletê ya li hemberî Gezî bibîr xist û got ku hikûmeta AKP’ê êrîşî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê jî kirin. Otlu got: “Em ê ji Alî Îsmaîl heya Paramaz ve dozê dewam bikin. Em ê di dadgehê de jî azadî û sosyalîzmê biparêzin.”

Li ser navê Malbatên Girtiyên Gezî Haydar Tunç ku mafê axiftinê girt, got: “Dewletê zarokên me qetilkirin, kevirên zarokên me ji bo parastina xwe avêtine weke çek dihesibînin.”

Parêzer Necdet Okcan jî terora dewletê ya di 1’ê Gulana 2013’an despê kir û bi Gezî dewam kir bibîr xist  û got ku weke ev zextan têrê nakin AKP’ê hin zagonên faşîzane amade dike û li hemberî vê banga têkoşîna hevpar kir.