Di civîna giştî ya Baroya Stenbolê de çalakiya ji bo Kobanê
Di civîna giştî ya Baroya Stenbolê de çalakiya ji bo Kobanê
Di civîna giştî ya Baroya Stenbolê de çalakiya ji bo Kobanê
Civîna giştî ya Baroya Stenbolê ku li Tirkiyeyê baroya herî mezin e îro destpê kir. Civîna giştî ya li Navenda Kongreya Halîç destpê kir wê du rojan bidome. Parêzerên ODAV'ê ji bo balê bikişînin ser berxwedana Kobanê tîşortên, "Bijî berxwedana Kobane" li xwe kirin û dirûşm gotin.
Civîna Giştî ya Baroya Stenbolê ku 32 hezar û 200 endamên wê hene destpê kir. Di civîna ku 5 kom di nav pêşbirkê de ne, baroya ODAV di dîroka xwe de mohra xwe li rêgezekê xist û hevserok wek namzet nîşan da. Koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat (ODAV) Ercan Kanar û Yildiz Îmrek wek hevserok namzet nîşan da. Komê ji bilî wê xwest ji 9 endamên desteya rêveberiyê 7 jê jin bin. Parêzeran di civînê ji bo balê bikişînin ser berxwedana Kobanê tîşortên, "Bijî berxwedan Kobanê" li xwe kirin. Her wiha ÇHD û OHD jî stand vekir. Di standa OHD’ê wêneyên berxwedana Kobanê û hovîtitiya li Şengalê pêk hat nîşan dide daliqandin. ÇHD’ê jî wêneyên ku şideta polîsan nîşan dide daliqandin.
LI SALONÊ POSTERÊN PARAMAZ
Di dema axaftina Serokê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal de çalakiya piştgiriya ji berxwedana Kobanê re hat lidarxistin.
Parêzerên ODAV ên tîşortên "Bijî berxwedana Kobanê" li xwe kirin, berxwedana Kobanê silav kirin. Dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê" gotin. Her wiha wêneyên şervanê MLKP’ê Suphî Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ê di 5’ê Cotmehê de li Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da hatin vekirin.
Parêzer piştî çalakiyê ji salonê derketin.