Di çalakiya TV 10’de nerazîbûna li hemberî mufredata olê ya AKP’ê

Saziyên Elewiyan li hemberî girtina TV10’ê li Qada Galatasarayê hefteya 42’an kom bûn û nerazîbûn nîşanî mufredata perwerdehiyê ya AKP’ê dan.

Di çalakiyê de Serokê Desteya Rêveberiyê ya TV 10’ê Velî Buyukşahîn axivî û bal kişand ser vî tiştî ku ew ê oldarbûna perwerdehiyê qebûl nekin.

Saziyên Elewiyan li hemberî girtina TV10’ê li Qada Galatasarayê hefteya 42’an kom bûn û nerazîbûn nîşanî mufredata perwerdehiyê ya AKP’ê dan.

‘LI HEMBERÎ BIRYARÊN DMME’YÊ DERSA OLÊ DIDOME’

Serokê Desteya Rêveberiyê ya TV 10’ê Velî Buyukşahîn diyar kir ku li hemberî biryarên DMME’yê ferzkirina dersên olî ya AKP’ê didome û bal kişand ser vî tiştî ku têgeha “cîhatê” dikeve mufredata perwerdehiyê û got: “Em dixwazin diyanet were rakirin lê mixabin perwerdehî her ku diçe ol dikeve nav wê. Em vî tiştî qebûl nakin û em ê li hemberî wê têbikoşin.”

‘EM Ê BI SER BIKEVIN, HÛN Ê TÊK BIÇIN’

Alî Yildiz ê ji Komeleya Derdorê ya Mûnzûrê diyar kir ku desthilatdarî dixwaze hemû berxwedêran bêdeng bike û got: “Werin em bi hev re li dijî vê dîktatoriya faşîst bisekinin; em bêdeng nemînin.” Mûnzûr nerazîbûn nîşanî qedexekirina festîvalê da û got: “Ev festîval a gel e û nabe ku were qedexekirin. Em ê bi ser bikevin û hûn ê têk biçin.”