Di çalakiya 'Tîpa F' de, daxwaza tehliyeya girtiyê nexweş Çelîkdemîr

Di çalakiya 'Tîpa F' de, daxwaza tehliyeya girtiyê nexweş Çelîkdemîr

Endamên Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya "Tîpa F" de vê hefteyê xwestin ku girtiyên nexweşê şîzofrenê Îmam Çelîkdemîr bê tehliyekirin.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di çarçoveya çalakiya "Tîpa F" ya 135'emîn de cardin li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîfa F bên girtin" û "Em di girtîgehan de mirinan naxwazin, bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweşê şîzofrenê Îmam Çelîkdemîr ê di Girtîgeha Metrîs a Tîpa R de tê girtin hate vegotin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Dolu, diyar kir ku Çelîkdemîr di sala 1995'an de li Xarpêtê hatiye binçavkirin û di îşkenceyên sîstematîk de hatiye derbaskirin. Dolu diyar kir ku ji ber îşkenceyan Çelîkdemîr di Girtîgeha Xarpêtê de 60 rojan di greva birçîbûnê de maye û ji ber vê mejuyê wî zirar dîtiye. Dolu, got ku li gel hemû hewldanan Çelîkdemîr baş nehatiye dermankirin û loma her roj rewşa wî girantir dibe.

Dolu got ku Saziya Tiba Edlî rapora "Xerabûna Psîkotîk ya Kronîk (Şîzofren)" daye Çelîkdemîr û da zanîn ku ew niha nikare tenê serê xwe jiyana xwe bidomîne. Dolu anî ziman ku li gel rapora Saziya Tiba Edlî jî Çelîkdemîr nayê tehliyekirin û ev tişt gotin: "Dozgeriyê bi hinceta 'Ew endamê PKK'ê ye. Li ser navê rêxistinê çalakiyan dike' daxwaza tehliyekirinê red kir."

Çalakvanan teqez daxwaz kirin ku Çelîkdemîr bê berdan.