Di çalakiya ji bo Loûp Bûreaû bang li Macron hate kirin
Ji bo rojnamvanê Fransî Loûp Bûreaû yê ku ev meheke li Tirkiyeyê dîl hatiye girtin, ji aliyê RSF’ê ve çalakiyek hate lidarxistin, bavê rojnamevan ji bo ‘Mobîlîzasyoneke siyasî’ bang kir.
Ji bo rojnamvanê Fransî Loûp Bûreaû yê ku ev meheke li Tirkiyeyê dîl hatiye girtin, ji aliyê RSF’ê ve çalakiyek hate lidarxistin, bavê rojnamevan ji bo ‘Mobîlîzasyoneke siyasî’ bang kir.
Rojnamevanê Fransî Loûp Bûreaû, bi hinceta ku li gel şervanên YPG’ê wêne kişandiye derbasî Bakurê Kurdistanê bibû û hatibû binçavkirin. Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron ê ku li ser mijarê bi telefonê li gel Erdogan axivî jî, ti agahiyek nehatiye girtin.
Ji bo berdana Loûp Bûreaû, ji aliyê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ve li paytext Parsî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya li pêşiya avahiya Şaredariya Parîs lV ve hate kirin, pankarta daxwaza azadiya Bûreaû dike hate vekirin.
Bavê Bûreaû Loîc Bûreaû jî di çalakiyê de axivî, rexene li Wezareta Karê Derve ya Franasa kir ku ti agahî jê negirtiye. Bûreaû diyar kir ku Serokkomar Emmanûel Macron vê hefteyê jî plankiriye ku hevdîtinekê pêk bîne, daxwaz kir ku Macron bi mijarê ve eleqedar bibe.
Loûp Bûreaû yê 27 salî, di kanalên TV5 Moden, Arte û malpera bi navê Slate de dixebitî. Rojnamevanê ku 26’ê Tîrmehê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Şirnexê bû, piştî ku li ser wêneyê li gel şervanên YPG’ê kişandibû hate dîtin, hatibû binçavkirin.
Rêveberên Sefaretxaneya Fransa ji derveyî şandina kovar û pirtûkan ya ji bo Loûp Bûreaû, ne ketiye nava ti hewldanên cidî.