Di bin ala DAIŞ'ê de tankên Tirk! -BI DÎMEN E-
Di bin ala DAIŞ'ê de tankên Tirk! -BI DÎMEN E-
Di bin ala DAIŞ'ê de tankên Tirk! -BI DÎMEN E-
Vaye tankên Tirkan ên ji bo destekkirina çeteyên DAIŞ'ê derbasî Rojava dibin.
Dîmenên desteka hikûmeta AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê hatin kişandin. Di dîmenên li MED NÛÇE hatin weşandin de xuya dike, ku TIR'ê barê tankên dewleta Tirk lê barkirî bi awayekî konvoyî derbasî herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê de ne, dibin.
Hat ragihandin ku dîmenên nûçeyê, li deriyê sînor ê Karkamişê yê Cerablûsê hatine kişandin.
Herêma Cerablûsê û deriyê sînor ê Karkamişê ev demeke di bin kontrola DAIŞ'ê de ne.
Cerablûs di navbera Kantonên Efrîn û Kobanê de ye û 45 kîlometreyan li rojavayê Kobanê ye.
Di dîmenan de tê dîtin ku TIR'ên ku tankên dewleta Tirk lê hatine barkirin, di bin ala çeteyên DAIŞ'ê de bi awayekî konvoyî derbas dibin.
Pirsa; ev tank û panzer ber bi ku ve diçin û wê bi kîjan armancê bên bikaranîn, li benda bersivê ye.