DGH û DGK-H’ê li Amedê çalakî kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) li navçeya Farqîn a Amedê li dijî mala ‘kesekî ku nêzî dagirkerê ku weke qeyûm hatiye erkdarkirin’ çalakiyek kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGK-H) li navçeya Farqîn a Amedê li dijî mala ‘kesekî ku nêzî dagirkerê ku weke qeyûm hatiye erkdarkirin’ çalakiyek kirin.
DGH/DGK-H a daxuyaniyek li ser çalakiyê da diyar kir ku li navçeya Farqîn a Amedê li dijî mala kesê bi navê A.Y ê bi nêzîkbûna wî ya li gel qeyûmê dagirker tê zanîn 5’ê Kanûnê çalakiyek kirin.
Ev hate gotin: “Çalakî ji aliyê Yekîneya Şehîd Bawer Ceng ve bi bombeyan hatiye kirin. Ziyanên mezin gihiştiye malê, wesayîta heman kesî jî hatiye îmhakirin.”