DGH'ê li dijî tecrîdê li gelek bajaran çalakî pêk anî
Koordînasyona DGH'ê diyar kir, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan li gelek bajaran çalakî pêk anîne.
Koordînasyona DGH'ê diyar kir, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan li gelek bajaran çalakî pêk anîne.
Koordînasyona DGH'ê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê çalakî hatine lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê:
"DENÎZLÎ: 20'ê Sibatê saet 01'ê li taxa Efendî Kahraman a li navenda Denîzliyê, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Harûn Serhed marketek şewitand. Di çalakiyê de xisareke mezin li marketê bû.
BÛRSA: 19'ê Sibatê saet 04'an li navçeya Osmangaziyê, wesayiteke bazirganiyê ya şexsê bi navê G.K. ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya bi navê Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin.
STENBOL: 24'ê Sibatê li sîteya Îkîtellî Kerestecîler a Başakşehîrê atolyeyeke hilberîna mobîlyayê ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin.
ENQERE: 24'ê Sibatê saet 02'an, li taxa Yenî Mahalleyê kargeha Oto Demîr a malzemeyên înşaetê, hesin û çîmento difirot ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Firat Zîlan ve hate şewitandin. Di vê çalakiyê de xisareke mezin li atolyeyê bû.
ÎZMÎR: 24'ê Sibatê depoya kargehekê ya li navçeya Konakê ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Nazelîn Korkût ve hate şewitandin. Depo bi temamî şewitî.
AMED: Yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Serhildan Garzan li taxên cuda yên navçeya Baglar a Amedê di demên cuda de dirûşm li ser dîwaran nivîsî."