24'ê Hezîranê li Tirkiyeyê di bin siya rewşa awarte, zext, êrîş, binçavkirin, girtin û qedexeyan de hilbijartina pêşwext tê kirin.
Dezgehên ragihandinê ku ji sedî 99'ê wan di xizmeta Erdogan û Bahçelî de ne, erka propagandeya rejîma AKP-MHP girtine ser milê xwe.
Heman dezgehên ku beriya 2 salan bi ti awayî cih nedan daxuyanî û çalakiyên HDP'ê, di pêvajoya propagandaya hilbijartinê ya 24'ê Hezîranê de jî vê ambargoya xwe dewam dikin.
Piştî ku Erdogan û Bahçelî biryara hilbijartina pêşwext dan, ango ji roja 17'ê Nîsanê ve, mezintirîn saziya ragihandinê li Tirkiyeyê TRT'ê ku bi baca welatiyan dixebite û saziyeke cemaweriyê ye, bi rengekî vekirî cihêkariyê li HDP'ê dike.
Li gorî rapora weşanê ya Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), ji 17'ê Nîsanê heta 6'ê Gulanê, TRT'ê bi saniyeyekê jî cih nedaye HDP'ê.
Beramberê vê, ji bo tifaqa Erdogan û Bahçelî 37 saet û 40 deqe cih hatiye dayîn da ku propagandeya xwe bikin.
Dema ji bo partiyên din hatiye veqetandin jî wiha ye:
CHP û namzetê wê Mûharrem Înce: 27 deqe û 20 saniye,
IYI Partî û Meral Akşener: 9 deqe û 30 saniye,
Ji bo Partiya Saadetê jî 0 saniye..
Li gorî raporên weşanê, TRT û kanelên din ên televizyonan di pêvajoya derbasbûyî de piraniya weşanê xwe cih dane daxuyaniyên Erdogan, serokwezîrê AKP, Bînalî Yildirim, serokê MHP'ê Bahçelî, berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin û axaftinên rêveberên AKP...
Ji bilî daxuyaniyên Erdogan, Bahçelî û yên AKP, TRT di beşek mezin a weşanên xwe de, cih daye bernameyê şêwemendên Erdogan Yîgît Bûlût û nivîskarên rojnameyên girêdayî AKP..
Bi vî awayî di weşanên TRT de tenê Erdogan û alîgirên wî cih girtine.
Qenalên CNN, NTV û Haberturk jî ne kêmî TRT'ê ne.