Dewleta Tirk li Los Angeles û Atînayê hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li ber avahiya hikumeta eyaleta Los Angeles a DYA hatin şermezarkirin. Greva birçîbûnê ya li Atîna jî didome.

Çalakiya ku li ber avahiya hikumeta Los Angelesê tê lidarxistin, ev 7 roj in didome.

Çalakgeran bi bîr xistin ku eger îro DAÎŞ qels bûbe, ev yek bi saya YPG'ê û têkoşîna demokrasiyê ya li Rojava ye.

Komên cuda ji bo piştgiriyê tevlî çalakiyê dibin. Komên Anarşîst, Ermenî, şervanên YPG'ê yên DYA'yî yên dilxwaz, leşkerên di nava artêşa Amerîkayê de wezîfe kirine û gelek dostên din ên Kurdan serdana çalakiyê dikin.

Çalakiya li Los Angelesê wê 24'ê Adarê bi çalakiya girseyî ya li ber Konsolosxaneya Tirk biqede.

ATÎNA

Berdevkê PYD'ê yê li Atînayê Dorktor Îbrahîm, Serokê Navenda Çanda Kurdistanê Bahaddîn Kobanê, ji Parlamenta Yewnan rayedarên partiya yekîtiya navendî ku koma xwe li parlamentê heye, li ser komkujiyên li Efrînê tên kirin hevdîtinek kirin.

Hevdîtin bi Şêwirmendê Dîplomasiyê yê Partiya Yekîtiya Navendê Stavros Venizelos û midûra buroya dîplomasiyê ya partiyê Eleni Martsoukou re hate kirin.

Di hevdîtinê de helwesta Ewropayê ya li pêşberî dagirkirina Efrînê hate rexnekirin. Venizelos û Martsoukou diyar kirin ku ew dostên gelê Kurd in, lewma çi ji destê wan tê wê bikin û li cem têokşîna gelê Kurd cih bigirin.

Wekî din, greva birçîbûnê ya bi heman armancê dest pê kir hê li meydana Syndegmayê didome. Komên cuda yên Yewnanîstanê serdana çalakgeran dikin.