Dewleta Tirk careke din çek ji DAIŞ'ê re şand
Dewleta Tirk careke din çek ji DAIŞ'ê re şand
Dewleta Tirk careke din çek ji DAIŞ'ê re şand
Li eniya rojhilat a Kobanê ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê lê giran e, hat îdîakirin ku ji Tirkiyeyê çekên nû ji DAIŞ'ê re hatine şandin. Berpirsyarê Asayîşa eniya rojhilatê Kobanê Mûstafa Dadalî ev îdîa piştrast kir û diyar kir ku veguhastina çekan ji bo çeteyan li xeta trenê ya li nêzî gundê Elîşare hatiye kirin.
Di rewşeke ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê li pêşberî YPG'ê di rewşeke tengav de ye, hat îdîakirin ku Tirkiyeyê çekên nû jê re şandiye. Berpirsyarê Asayîşa eniya rojhilatê Kobanê Mûstafa Dadalî da xuyakirin ku li xeta trenê ya li nêzî gundê Elîşare yê li rojhilatê Kobanê hejmareke zêde alavên leşkerî ji çeteyên DAIŞ'ê re hatine dayîn. Dadalî destnîşan kir ku ev veguhastina çekan ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye kirin.