Di êrişa Şengalê de 2 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn -HATE NÛKIRIN
Li Şengalê di encama êrîşa balafirên bêçek a bimirov ên dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên YBŞ’ê şehîd ketin 2 jî birîndar bûn.

Îro li Şengalê saet derdora 15:30’an de li Geliyê Şilo balefirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker, êrîşî 2 wesayîtan kirin.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, di encama vê êrîşê de yek ji fermandarên YBŞ’ê, 2 endamên Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên bi navê Azad Êzdîn û Enver Tolhildan şehîd ketine 2 endamên YBŞ’ê ji birîndar bûne. Azad Êzdîn yek ji Fermandarên YBŞ’ê ye.
Cenaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya Xanesorê û gel li wir kom dibe.
Tê payîn derbarê nasnameya şehîd û birîndaran de Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyeke belav bike.
Dema ku artêşa Iraqê û PDK’ê gefên xwe yên li ser Şengalê zêde kirin, ev êriş hatinkirin.
Artêşa Iraqê di 18’ê Çileyê de gef li Asayîşa Êzidxanê xwaribû û xwestibû ji qadên xwe derkevin. Di heman rojê de sê rojnamegerên li qadê jî hatibûn destgîrkirin.
Wesayîta hewayî ya bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Çileyê de li wesayîta Hevserokê Konseya Rêveber a Xweser a Şengalê Merwan Bedel dabû. Bedel şehîd bûbû û du zarokên wî birîndar bûbûn.