Desteya Wezîran a Iraqê lihevkirina Bexda û Hewlêrê erê kir

Desteya Wezîran a Iraqê lihevkirina Bexda û Hewlêrê erê kir

Civîna Desteya Wezîran a Iraqê bi dawî bû. Di civîna Desteya Wezîran a ku îro Serokwezîrên Hikûmeta Federal a Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê tevlibûn de, metna lihevkirinê ya ji mijarên ku li ser lihevkirin, hat qebûlkirin û ji rayagiştî re hate aşkera kirin.

Di lihevkirina ku bi daxuyanyekê hate aşkerakirin de,  hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê rojane wê 250 hezar varîl petrola xam, ji ser şîrketa petrolê ya fermî a dewleta Iraqê SOMA’yê, bi riya muzakereyên ku Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar kiriye re wê îxraca wê qebûl bike.Li beramberê vê hikûmeta Navendî ya Iraqê rojane 300 hezar varîl petrola Kerkukê bi hevkariya xeta boriyên Herêma Kurdistanê re firotina wê qebûl dike. 

Di beşa din ya lihevkirina navbera herdu hikûmetan de, der barê rewşa peşmergeyan de zelalbûnek pêk tê. Beşeke ji para ku ji bo parastina butçeya Iraqê hatiye veqetandin wê ji bo Hêzên Pêşmergeyan bê şandin û bi vî awayî jî Hêzên Pêşmergeyan ya Başurê Kurdistanê wê bibe pêkhateyeke fermî ya pergala Parastina Hêzên Iraqê.

Wezîrê Aboriyê yê Iraqê Xoşyar Zebarî got: “Lihevkirina petrol û butçeyê ya di navbera herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de hatiye kirin, teqeze.”