Desteya hilbijartinê ya bajêr encam eşkere kir

Li gorî encamên me fermî yên ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê ve hatin eşkerekirin, Ekrem Îmamoglû 4 milyon 741 hezar 868 deng wergirt û bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên nûkirî yên Stenbolê namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû 4 milyon 741 hezar 868 deng wergirt. Namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim jî 3 milyon 935 hezar 453 deng wergirt.

Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê belgeya yekkirina encamên hilbijartinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li panoya Midûriyeta Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê daliqand.

Li gorî vê yekê, ji 10 milyon 570 hezar 354 hilbijêrî 8 milyon 925 hezar û 63 hilbijêran dengê xwe dan. Ji dengên hatin dayin 8 milyon 764 hezar 464 deng hatin jimartin û 178 hezar 599 deng nederbasdar hatin hesibandin.

Li gorî encamên ne fermî Ekrem Îmamoglû 54,21 ji sedî yê dengan wergirt û bi 4 milyon 741 hezar 868 dengan bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Hevrikê wî Bînalî Yildirim jî 44,99 ji sedî yê dengan wergirt û 3 milyon 935 hezar 453 deng wergirt.

Namzetê Partiya Saadetê Necdet Gokçinar 47 hezar 829 (Di hilbijartinên 31'ê Adarê de 103 hezar 300 deng wergirtibû) û namzetê Partiya Vatanê Mûstafa Îlker Yucel jî 14 hezar 545 (17 hezar 377 deng wergirtibû) wergirtin.