Dersên Kerkûk û Efrînê

Dagirkirina Kerkûkê tesîreke xirab li gel kir. Niha jî dixwazin bi dagirkirina Efrînê vê bikin. Heger wisa ye, naxwe divê li dijî dagirkirina Efrînê helwesteke bi tesîr a têkoşînê bê nîşandan. 

Kerkûkê, di serî de di Tirkiye, di warê helwesta dewletên herêmê û hêzên navneteweyî û hewldana dagirkeriya Efrînê de ji bo têkoşîna siyasî ya Kurdan tijî dersên girîng e. Hewldana dagirkirina Efrînê, bi aliyekî ve jî bi wêrekiya ku rewşa Kerkûkê dayî wan, kirin. Eşkere ye ku çavkaniya herî sereke ya dagirkirina Kekûkê nebûna yekîtiya di nav Kurdan de ye. Têkiliyên ku van 15 salan û heta ji wê jî dirêjtir bi dijminê Kurdan Tirkiye û desthilatdariya AKP´ê re hatin bipêşxistin, bû çavkaniya sereke ya pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê. Têkiliyên bi desthilatdariya AKP´ê re çawa ku bi awayekî neerênî tesîr li têkiliyên Kurdan ên li Rojava kirin, wisa jî tesîreke nebaş li têkiliyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî kir. Çawa ku bi van mînakan jî eşkere dibe, li şûna mirov xwe bisipêre yekîtiya di nava Kurdan de, mirov xwe bisipêre hêzeke mêhtinger ku ji bo Kurdan encamên neerênî derkevin holê. Yek ji faktorên ku cesaretê dide dagirkirina Efrînê jî ew e ku têkiliyên di nav Kurdan de ne baş in. Yek ji berpirsên berê yê ENKS´ê radibe dagirkirina Efrînê bi siyaseta PYD´ê re elaqedar dike, ev jî îfadeya şênber a vê rastiyê ye.

Rêya ku Kurd li cihê lê ne azad û demokratîk bijîn, rêya têkiliyên baş ên di navbera hêzên siyasî yên Kurd de ye. Li parçeyên cihê yên Kurdistanê têbikoşin jî, siyaset û helwestên hevpar girîng in. Dijminên Kurd dibin xwedî heman helwestê, beramberî vê heger Kurd nabin xwediyê yek helwestê, ev ne rewşeke ku mirov karibe qebûl bike. Maneya vê hevgirtina di nava Kurdan de jî ne avakirina Kurdistaneke hevgirtî û serbixwe ye. Heger li her parçeyî jiyana azad û demokratîk pêk were, Kurd karibin bibin rêveberiya devera lê ne, hingê pirsgirêk jî wê çareser bibin. Ji bo vê jî derketiye holê ku piştgiriya di nava Kurdan de pêwîst e.

Dagirkirina Kerkûk û Efrînê nîşan daye ku divê mirov bi awayekî hevgirtî û di asta herêmî de pê dakeve. Dema ku mirov yek parçeyî esas bigire û siyasetê bike, ev rê nabe ber bi encamê ve. Tevî bi awayekî butûn daketina bi pirsgirêka Kurd, heger pê re têkoşîna demokratîkkirinê li herêmê neyê meşandin, zehmet e ku destketiyên gelê Kurd bên parastin. Nexasim jî demokratîkkirina Tirkiyeyê û têkoşîna li Bakurê Kurdistanê girîng e. Helwesta li dijî mêhtingeriya qirker a li Tirkiyeyê girîng e. Dema mijar ev e, tenê helwesta gelê Bakurê Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî têrê nake, divê gel û hêzên siyasî yên Başûr, Rojava û Rojhilat jî li hemberî siyasetên dewleta Tirk xwedî helwest bin. Her siyaset û nêzîkatiya ku li hemberî siyasetên Tirkiyeyê ne xwedî helwest e û têkoşîna li Bakurê Kurdistanê xurt nake, ji bo Kurdan îfadeya rewşeke xefletê ye. Rola desthilatdariya AKP-MHP´ê di dagirkirina Kerkûkê de, dijminatiya wan a li Şoreşa Rojava û dagirkeriya li dijî Efrînê ev yek eşkere nîşan daye.

Dagirkirina Kerkûkê tesîreke xirab li gel kir. Niha jî dixwazin bi dagirkirina Efrînê vê bikin. Heger wisa ye, naxwe divê li dijî dagirkirina Efrînê helwesteke bi tesîr a têkoşînê bê nîşandan. Divê ev li her devera Kurd lê ne, bê kirin. Desthilatdariya faşîst a AKP´ê, ji ber ku ji helwesta hevpar a Kurdan ditirse, timî dibêje, tevgera me ya dagirkeriyê ne li dijî Kurdan e, dixwaze bi hin Kurdan û bi dinyayê re dudiliyê çêke. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP´ê dizane ku heger li cem Kurdan têgihiştina ku ev dagirkerî li dijî Kurdan e, peyde bibe û Kurd bibin yek, ev dagirkerî wê bi ser nekeve. Ew ê ne bi tenê bi raperîneke tevde ya Kurdan re rûbirû bimîne, li dinyayê gelek hêzên siyasî û derdor jî li dijî vê dagirkeriyê wê bibin xwedî helwêst. Lewma heger Kurd li her devera lê ne, li ber dagirkeriyê rabin, ev ê encamên siyasî yên girîng derêxe holê.

Li parçeyên Kurdistanê hemûyan û li dinyayê divê bîreweriyek derbarê dijminatiya beramberî Kurdan a dewleta Tirk de bê afirandin. Divê siyasetên qirrker ên dewleta Tirk bên teşhîrkirin û şerê taybet û psîkolojîk ê li dijî Kurdan jî bê pûçkirin. Dijminê herî mezin ê Kurdan Tirkiye ye. Di dijminatiya Kurdan de ew pêşeng e. Bêreweriya destpêkê ya welatperweriya Kurd jî divê ev be. Heta ku Kurd nebin xwediyê vê bîreweriyê, nikarin têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi ser bixin.

Bîreweriya herî muhim a Kurdan jî divê ew be ku baweriyê bi hêza xwe bi xwe bînin. Helbet dîplomasî û siyaset wê bê kirin. Ya esas wê ew be ku dijmin bên kêmkirin û dost bên zêdekirin; lê belê heta ku baweriyê bi hêza xwe bi xwe neîne û xwe nesipêre yekîtiya di nav Kurdan de wê nebe xwedî qîmetekî ku encamê bi dest bîne. Kurd divê hesabên xwe li gorî hêza xwe bi xwe bikin. Heta divê hesabê wê yekê bikin ku di çar bereyan de di heman demê de şer bikin. Heta ku nebûn xwediyê wê hêza ku dema pêwîst kir li gelek bereyan şer bikin, li Kurdistanê jiyana azad û demokratîk nayê biserxistin. Di siyasetên dewletên mezin de esasgirtina dewletan heye. Heger têkoşîna azadiyê wê hêza têkoşîna xwe disipêre hêza xwe bi xwe dernexe holê, hingê wê dewletên mêhtinger ên qirrker esas bên girtin û hêzên mezin ên ku îro têkili bi wan re heye, sibe wê mirovan bêpişt bihêlin ê bêbextiyê bi wan re bikin. Lewma, bi wî rengê ku li dinyayê bi ti gelî re nîne, divê Kurd xwe bisipêrin hêza xwe bi xwe û yekîtiya xwe. Dagirkirina Kerkûk û Efrînê careke din nîşan daye ku di siyasetên dewletên mezin de ne pîvan û prensîp, lê berjewendî esas in. Mirov heta dersên vê dagirkeriyê nebîne, nikare têkoşînê dewam bike.

Dema ku mirov siyaset û dîplomasiyê dike divê mirov li sê xusûsên sereke baldar be. Ya pêşî bi awayekî hevgirtî û butûnî li pirsgirêka Kurd binihêre, ya diduyê mirov zanibe ku di dijminatiya beramberî Kurdan de Tirkiye pêşeng e, ya sisiyê jî ew e ku mirov bibîne ku li ser esasê demokratîkkirina dewletên herêmê hebûn, jiyana azad û demokratîk a Kurdan wê bê misogerkirin. Heger siyaset û dîplomasî xwe bisipêre van hersê xusûsan û li gorî vê bê kirin, hingê wê rast hatibe kirin. Yan na hêz wê bi awayekî dijwar bişikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA