Derket holê ku NCD ya li Nantesê hatiye şewitandin
Hat destnîşankirin ku sedemê şewata li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncar a li bajrê Nantes ê Fransayê, bi zanabûn hatiye şewitandin.
Hat destnîşankirin ku sedemê şewata li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncar a li bajrê Nantes ê Fransayê, bi zanabûn hatiye şewitandin.
Sedema şewata Navenda Civaka Demokratî(NCD) a Engîn Sîncer ya li bajarê Nantes a Fransa yê li gorî lêkolînên îtfaiyeyê bi zanabûn hatiye şewitandin.
Kurdistaniyên li derdorê Nantesê bi bîhîstina şewatê re, hatin saziyê û bûyerê bi meşekî ve şermezar kirin.
Girse nêzê 5 km meşiya û AKP protesto kirin.
Berdevkê NCD a Engîn Sîncer, Riza Toker anî ziman ku em terora AKP’ê baş nasdikin û got: “Em AKP’ê di qetlîamê Bakurê Kurdistanê de nas dikin. Em ê bi hêza xwe ve ew kesên ku li Ewropayê di bin navê Ocaxên Osmanî de terorê pêktîne, bersivê bidin wan. Em ê di demekî kurt de dîsa komeleya xwe têxin xizmeta gelên xwe .
Di axaftinên hat kirin de Partiya Komînîst a Fransayê jî piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd anî ziman.