Deriyê Murşîtpinar di kontrola YPG'ê de ye

Deriyê Murşîtpinar di kontrola YPG'ê de ye

Piştî çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Tirkiyeyê êrîş Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kirin pevçûnan dest pê kir û didomin. Çeteyên DAIŞ'ê li gundên Etmanek biçûk û Serxetê yên leşkerên tirk bi hinceta "ewlehiyê" valakirin êrîşê deriyê sînor dikin. Çavkaniyên YPG'ê daxuyandin ku kontrola deriyê sînor di destê wan deye. Pevêûnên li 4 aliyên bajar berdewam dikin.

Serê sibê seat di 04.30- 05.00'an çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî piştî ji Deriyê Sînorê Murştîpinarê derbasî Kobanê bûn teqiya. Piştî teqîna wesayîta bombebarkirî çeteyên DAIŞ'ê bi 4 aliyan dest bi êrîşê kirin. Li eniyên rojhilat, rojava û başûr bi çekên giran û hewanan dest bi êrîşê kirin û li Deriyê Sînor jî ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş dan destpêkirin.

YPG û YPJ'Ê BI TUNDÎ BERSIV DAN

Çeteyên DAIŞ'ê yên li fîloya genim a ayîdî TMO'yê ya li aliyê Tirkiyeyê yên nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi cihbûn êrîş li Kobanê kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê bi tund bersiva çeteyan da.

GUND JI SIVÎLAN RE VALA LÊ JI ÇETEYAN RE SERBEST IN!

Gundê Etmanek biçûk û hinek gundên din ên sersaxê yên ji aliyê leşkerên tirk ve bi hinceta ewlehiyê berê hatin valakirin û 24 seatan ji aliyê leşkeran ve bi wesayîtên zirxî nobet lê dihate girtin, hate dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê yên li mizgeft û hinek malan bi cih bûn êrîşê li Kobanê dikin. Çeteyên DAIŞ'ê çawa li wan gundan bicihbûn rewşek balkêş e.

LEŞKER MUDAXELE NAKIN

Rewşeke din a balkêş jî tevgera leşkerên tirk a di seatên sibê de ya pevçûnan dest pê kirî ye. Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk qebûl kir ku çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Tirkiyeyê ne û tevgera leşkerî ya nêzî sînor pêk tê leşkerên tirk tu mudaxele li êrîşên çeteyan ên li ser axa tirkan pêk tê nekirin.

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran li eniya rojhilat, rojava û başûr êrîşan dikin. Hate zanîn ku bi taybet li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û eniya rojhilat pevçûn zêdebûn. Êrîşên li hemberî Kobanê nêzî 6 seatin berdewam dikin. Hate dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê li herêma Tilşeîr hewan avêtin herêma welatiyên sivîl lê dimînin jî.

Şervanên YPG û YPJ'ê bi vîneke mezin bersiva êrîşan didin. Derbarê mirin û birîndaran de çavkaniyên YPG'ê jî tu agahî negirtin. Li bendêne ku çavkaniyên YPG'ê seatên pêş de daxuyaniyekê bide.