Derewa li Serêkaniyê: Şopa tiliyan li hev nehat!

Şopa tiliyên ku li mala 2 polîs lê hatin kuştin, li şopa tiliyên 9 bersûcên di dozê de tên darizandin, nehat. Îfadeyên hatine dayîn jî li hev nayên. Îxbar jî bê bingeh e.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, piştî Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an, di 22'ê Tîrmehê de polîs Feyyaz Yûmûşak û Okan Acar li mala xwe, bi guleya berdan serî, hatibûn kuştin. Hikumeta AKP'ê ev bûyer ji xwe re kir bahane û pê 'Pêvajoya Çareseriyê' qedand.

DETAYÊN BALKÊŞ DERKETIN HOLÊ

Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, di rûniştina dozê de ku li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate dîtin, 9 bersûc tên darizandin, 4 ji wan girtî ne. Di rûniştina 4. a dozê de detayên balkêş derketin holê.

Emniyetê, rapora lêkolînkirina cihê bûyerê di 10'ê Adara 2017'an de ji dadgehê re şand. Şopa 9 bersûcên di dozê de tên darizandin û şopa tiliyên li mala kuştin lê hat kirin hate dîtin, anîn berberî hev.

Di raporê de tê destnîşankirin, ku şopa tiliyên bersûcan û şopa tiliyên li malê hate dîtin, li hev nayê. Li erdekî vala yê li pêşberî mala polîs lê hatin kuştin, şopa tiliyên O.K. ku tê îdîakirin bûyer kiriye, hate dîtin. O.K. anîbû ziman, dema hevalê wî M.A. zewicî, ji bo lê bimînin ew daîre kirê kirine û hefteyek beriya dawetê ji bo paqijiyê çûne daîreyê. Hevalê O.K., M.A. û kekê wî L.A. ku demeke dirêj girtî man, di 8'ê Mijdara 2016'an de hatibûn berdan. M.C.Y., Sedat A., Huseyîn A. û Hasan A. ku tê îdîakirin alîkarî dane cîhanyetê, hê girtî ne.

ÎFADE LI HEV NAKIN, ÎXBAR BÊ BINGEH E

Di doza kuştina du polîsan de, polîsên bi navê E.G. û M.D. ku rojek berî kuştinê bi yek ji polîsên hatin kuştin Okan Acar re bûn, îfade dan. Derket holê ku îfadeya van polîsan jî li hev nekiriye.

M.D. ku hevalê malê yê E.G. ye, di îfadeya xwe de got, wî saet di 08:40 de bûyer ji E.G. bihîstiye. M.D. wiha axivî bû: "Karê me saet di 09:00 de dest pê kir. Hevalê min ê li heman malê polîs E.G. wê sibehê saet di 08:40 de bi tirs û fikar li nava malê diçû û dihat. Min jê pirsî bê çi bû. Wî jî got, Okan û Feyyaz întixar kirine."

E.G. jî di îfadeya xwe ya 2'ê Çileyê de qet qala M.G. nekiriye û weke hevalê xwe yê malê navê polîsekî din daye. 25'ê Tîrmeha 2015'an de îfadeya E.G. hatiye girtin. E.G. di îfadeya xwe de gotiye, roja 22'ê Tîrmehê saet di 10:05'an de hevalekî wî lê geriya ye, jê re gotiye, 'were mala Okan', dema li ber malê disekinî, dikandarê li binê avahiyê jê re gotiye du polîsan xwe kuştine.

E.G. gotiye ku ew piştre çûye cihê bûyerê. Balkêş e E.G. di îfadeyên xwe yên li TEM û dadgehê de qet qala hevalê xwe yê li malê M.D. nekiriye.

Her wiha îxbara ku bû sedema girtina 7 bersûcan, derket holê ku bê bingeh e. T.B. ku tê îdîakirin îxbar kiriye, di îfadeya xwe ya li dadgehê de gotiye, "Agahiyên nasnameya min hatiye bikaranîn û li ser navê min 10 xet hatine vekirin. Nûmaraya navborî ji aliyê min ve nehatiye bikaranîn. Min ew îxbar nekiriye."

19 polîsên lêpirsîna cînayetê dikirin û dadgerê destpêkê, piştî 15'ê Tîrmehê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.

Şahidekî li taxê jî, ku îfadeya wî hat girtin got, du polîsên hatin kuştin wê êvarê tevî 2 hevalên xwe ketine malê.