Derar: Tirkiye dixwaze parçeyekî ji Sûriyeyê qut bike

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar li ser êrîşên li dijî Efrînê got, rejîma Erdogan ditirse ku demokrasiya li Bakurê Sûriyeyê li Tirkiyeyê deng vede.

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar piştî civîna çapemeniyê ya li paytexta Belçîka Brukselê ku tevî Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim pêk anî, bersiv da pirsên ANF'ê.

TIRKIYE DIXWAZE ŞER BIXE NAVBERA KURD Û EREBAN

Derar destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze şer bixe navbera Kurd û Ereban û got, "Tirkiye dixwaze ji bo demeke dirêj fitneyê bixe navbera Kurdan û Ereban."

Derar bal kişand ser propaganda dijwar a di vî warî de li medyayê tê kirin û anî ziman ku hewl didin gelan berdin hev û mixabin siyasetmedarên Ereb bêdeng in.

Hevserokê MSD'ê diyar kir, Tirkiye meseleya penaberên Sûriyeyî bi kar tîne û got, "Tirkiye di ser penaberan siyasetê dike û bi vî rengî hewl dide van bi xwe ve girê bide û bandorê li wan bike."

Derar nerazîbûna hikumetên Misr û Iraqê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi bîr xist û got, "Em nerazîbûna Misrê gelekî erênî dibînin. Em dixwazin welatên cîran jî piştgiriyê bidin me û bi me re tevbigerin."

ME ZANÎBÛ KU WÊ TIŞTEK JI SOÇÎ DERNEKEVE

Li ser helwesta Rûsyayê ya der barê Efrînê û tevlînebûna wan li kongreya li Soçiyê jî Derar got, "Kîjan dewlet bi rengekî rast nêzî me bibe em amade ne bi wan re têkiliyê deynin. Sedema tevlînebûna me li kongreya li Soçiyê ew bû ku Tirkiye yek ji organîzatorên kongreyê bû. Dema ku me fêhm kir bê armanc ji vê kongreyê çi ye, me zanîbû ku wê tiştek jê dernekeve, wê bê encam bimîne."

TIRKIYE DIXWAZE PARÇEYEKÎ JI AXA SÛRIYEYÊ JI XWE RE BIBE

Derar anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze li ser beşek ji axa Sûriyeyê serdest be û got, "Li gorî planên xwe, dixwaze parçe bike. Dixwaze parçeyekî ji vir bike. Projeya Sûriyeya Demokratîk bi ser ket û ji vê gelekî ditirsin. Ditirsin ku ev demokrasî li welatê wan jî deng vede."

Hevserokê MSD'ê di dawiya axaftina xwe de got, "Niha ya ji her tiştî girîngtir ew ku gelên Sûriyeyê yek bin."