Der barê Erkan Baş de fezleke hate amadekirin
Ji bo bidawîkirina mafê destnedana parlamenteriyê yê Serokê Giştî yê TÎP'ê û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş fezleke hate amadekirin.
Ji bo bidawîkirina mafê destnedana parlamenteriyê yê Serokê Giştî yê TÎP'ê û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş fezleke hate amadekirin.
Der barê Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş de ku parlamenterê Stenbolê ye, fezleke hate amadekirin.
Dadgeriya rejîma AKP'ê dixwaze mafê destnedana parlamenteriyê ya Baş bi dawî bike. Bi vê armancê fezleke hate amadekirin û ji Meclîsê re hate şandin.
Bi vê fezlekeya dawî re hejmara fezlekeyên der barê Baş de hate amadekirin bû du fezleke.