Dengdêrên li Swîsreyê wê 15-19'ê Hezîranê dengê xwe bidin
Dengdêrên li Swîsreyê, ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê di navbera 15-19'ê Hezîranê de li 3 cihan dengê xwe bidin.
Dengdêrên li Swîsreyê, ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê di navbera 15-19'ê Hezîranê de li 3 cihan dengê xwe bidin.
Sindoqên dengdanê yên li Swîsreyê wê li Konsolosxaneyên Tirk ên li Zurîch, Bern û Cenevreyê bên danîn. Dengdêrên li Swîsreyê wê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di navbera 15-19'ê Hezîranê de dengê xwe bidin.
Ji bo dengdanê jî wê li Zurîchê di nava hefteyê de 12, dawiya hefteyê 14, li Bernê nava hefteyê 4, dawiya hefteyê 5, li Cenevreyê jî nava hefteyê 2, dawiya hefteyê jî 3 sindoq wê bên danîn. Dawiya hefteyê jî di nav de dengdêr wê ji 15 heta 19'ê Hezîranê karibin her roj ji saet 09:. geta 21:00 biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
94.032 DENGDÊR HENE
Li gorî daneyên dawî yên Desteya Hilbijartinê ya Bilind, hejara dengdêrên li Swîsreyê qeydkirî ne 94 hezar û 32 kes e. Li gorî konsolosxaneyên Tirk ku dengdêr bi ser wan ve ye, hejmar wiha ye:
Zurîch: 62 hezar û 546
Bern: 20 hezar û 518
Cenevre: 10 hezar û 968
PIRANIYA DENGDÊRÊN LI SWÎSREYÊ ALÎGIRÊ HDP'Ê NE
Piştî ku mafê dengdayinê ji hilbijêrên li derveyî welat re hate dayin, bi hilbijartinên 24'ê Hezîranê re wê bibe cara pêncan û dengdêrên li derveyî welat diçin ser sindoqan. Di her hilbijartinê de piraniya dengdêran dengê xwe dane HDP'ê.
Di hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an de HDP li gelemperiya Swîsreyê bi encameke xurt bû partiya yekemîn. Encama hilbijartina 7'ê Hezîranê wiha bû:
HDP: 47.51 %
AKP: 25,11 %
CHP: 17.46 %
Di hilbijartina giştî ya 1'ê Mijdara 2015'an de jî HDP bûbû partiya yekemîn. Encam wiha bû:
HDP: 45.7 %
AKP: 29.1 %
CHP: 17.8 %
DENGÊ 'NA' BI SER KETIBÛ
Ji bo referandûma li ser guherina destûra bingehîn jî li Swîsreyê 51.296 kesî dengê xwe dabûn. Bi rêjeya 62 ji sedî dengê 'na' derketibû pêş. Dengê 'erê' jî 32 ji sedî bû.