Dengdana li Elmanyayê wê 13 rojan bidome!
Ji bo hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bernameya dengdanê ya li Elmanyayê diyar bû. Li gorî vê yekê wê dengdêr li 13 bajaran, di navbera 7-19'ê Hezîranê de karibin dengê xwe bidin.
Ji bo hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bernameya dengdanê ya li Elmanyayê diyar bû. Li gorî vê yekê wê dengdêr li 13 bajaran, di navbera 7-19'ê Hezîranê de karibin dengê xwe bidin.
Dengdêrên li derveyî welat ji bo karibin di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin, divê li lîsteya dengdêran a li derveyî welat qeydkirî bin. Welatiyên Tirkiyeyê yan jî hemwelatiyên ku navê wan li lîsteya dengdêran nîne, heta 12'ê Gulanê roja Şemiyê divê adresa xwe ji Konsolosxaneyan re ragihînin û qeyda xwe çêbikin.
LI ELMANYAYÊ 1,4 MILYON DENGDÊR HENE
16'ê Nîsana 2017'an, di dema referandûma ji bo guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê de li derveyî welat sindoq hatibûn danîn. Li gorî daneyên wê wextê, li lîsteya dengdêran a li derveyî welat nêzî 3 milyon dengdêr qeydkirî bûn. 1 milyon û 430 hezar ji van dengdêran li Elmanyayê dijîn.
Desteya Bilind a Hilbijartinê heta niha hejmara dengdêrên li derveyî welat ên ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê eşkere nekiriye. Dengdan wê 7'ê Hezîranê dest pê bike û 19'ê Hezîranê roja Sêşemê biqede. Eger hilbijartina Serokkomarê Tirk ji tûra duyemîn re bimîne, wê di navbera 30'ê Hezîranê û 4'ê Tîrmehê de deng werin dayin.
Dengdan wê saet 9'an dest pê bike û saet 21'ê biqede. Li gorî herêmên hilbijartinê yên li derveyî welat, sindoq wê herî zêde li bajarên Berlîn, Frankfûrt, Stûttgart, Essen, Dusseldorf, Munchen, Karlsrûh, Hannover, Munster, Nurnberg, Hambûrg û Maînzê bên danîn. Weke hilbijartina beriya niha, dengdê wê karibe li navendeke dengdanê ku dengê xwe bide.
Komîsyonên hilbijartinê yên HDP'ê bang li dengdêrên li Elmanyayê kirin û gotin, "Pêwîste dayina dengan ji hefteya dawî re neyê hiştin. Heta ji dest bê, rojên destpêkê divê deng werin dayin."
Di dengdana referandûma 16'ê Nîsanê de 63 ji sedî dengê 'erê', 37 ji sedî jî dengê 'na' derketibû. Çav li rê ye ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de tevlîbûna dengdêrên li Elmanyayê zêde be.