Dengdana li derveyî welat qediya

Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, dengdana li 57 welatan hate kirin, qediya.

Li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 17'ê Mijdarê, hejmara dengdêrên ji bo referandûmê çûn ser sindoqan zêde bû. Piraniya van dengdêran dengê NA dan.

Dengdan duh danê êvarê saet di 21:00 de qediya.

Li gorî hejmarê ne fermî, li nûnertiyên derveyî welat û li deriyên sînor 1 mîlyon 241 hilbijêran dengê xwe dan.

LI DERIYÊN SÎNOR WÊ HETA 16'Ê NÎSANÊ DENG KARIBE BÊ DAYIN

Hilbijêrên li derveyî welat, wê heta 16'ê Nîsanê karibin li deriyên sînor dengê xwe bidin.