Dengdana li derveyî welat sibe dest pê dike
Hilbijêrên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenta Tirkiyeyê sibe wê biçin ser sindoqan.
Hilbijêrên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo hilbijartina Serokkomariyê û Parlamenta Tirkiyeyê sibe wê biçin ser sindoqan.
Ji bo hilbijartinên ku wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 24’ê Hezîranê werin kirin, hilbijêrên li Ewropayê wê sibe biçin ser sindoqê.
Ên ku qeyda wan li 'Lîsteya Hilbijêrên Derveyî Welat' heye, li 34 deriyên sînor ên li rêyên bejahî, balafirgeh û bendergehan ji 7'ê Hezîranê û pê ve wê karibin dengê xwe bidin. Dengdan 24 saetên roja kar dikare bibe. Dengdan 24'ê Hezîranê saet 17.00’an wê biqede.
Heke hilbijartina Serokkomariyê bimîne tûra duyan, dengdana 30’ê Hezîranê wê dest pê bike û 8’ê Tîrmehê 17.00’an biqede.
SAET 09.00’AN DEST PÊ DIKE
Li nûnertiyên Ewropayê dengdan nav hefteyê di navbeyna saet 09.00-21.00’an wê pêk were.
Ji bo hilbijêrên qeyda wan li 'Lîsteya Hilbijêrên Derveyî Welat’ heye, li 60 welatî, li 123 nûnertiyan sindoq hatin danîn.
Li hin welatan dema dengdanê:
Elmanya, Awûstûrya, Fransa: 7-19 Hezîran (13 roj)
Danîmarka: 9-19 Hezîran (11 roj)
Awûstralya, Luksemburg: 9-17 Hezîran (9 roj)
Danîmarka: 9-19 Hezîran (11 roj)
Norwêc: 14-19 Hezîran (6 roj)
Îtalya: 15-17 Hezîran (3 roj)
Belçîka, Hollanda, Swîsre 15-19 Hezîran (5 roj)
Kraliyeta Yekbûyî: 16-19 Hezîran (4 roj)
KKTC, Kanada, Bulgarîstan: 16-18 Hezîran (3 roj)
Çîn, Rûsya, Romanya, Siûdî, Yewnan
Lubnan, Israil, Ukrayna: 16-17 Hezîran (2 roj)
Azerbaycan, Iraq, Îran, Îrlanda, Spanya, Misir, Malta,
Ozbekistan, Sirbîstan, Japon: 17 Hezîran (1 roj)”