Demîrtaş ji bikarhênerên WhatsApp’ê re peyam şand!
Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş yê girtî, ji bo kesên ku WhatsApp’ê bikartînin re peyamek şand.
Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş yê girtî, ji bo kesên ku WhatsApp’ê bikartînin re peyamek şand.
Demîrtaş ê ku li girtîgehê kampanyaya hilbijartinê dimeşîne ji bo kesên ku WhatsApp’ê bikartîne re peyamek taybet şand û wiha got; “Ez bi ketilê dikarin tweettan bavêjim, lê WhatsApp di ketilê de kar nake.”
Peyama Demîrtaş wiha ye;
“Silav hevalên min yên hêja!
Hûn dizanin li girtîgehê bi ketilê ez dikarim tweettan bavêjim, lê WhatsApp di ketilê de kar nake. Ji ber vê sedemê ez peyama xwe bi nivîsa dest ji were dişînim.
Daxwazeke biçûk a min ji we heye; navenda medyayê ji bo HDP’ê girtiye, medyaya civakî jî heta cihekê bi bandore û bi vê rastiyê re em tevger bikin û bi awayeke aktîv beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.
Bi taybet em xwe bigihînin hemwelatiyên bi guman û di derbarê me de xwedî pêşbiryarin, ez hêvî dikim ku hûn polîtikayên me yên di mijara aştî, demokrasî û jiyana hevpar de bi biryar ragihînin.
Ji bo jiyaneke xweş û çima dengê xwe bidin HDP’ê , dengê xwe bidin Demîrtaş divê bi sebir hûn vêya baş bidin fêmkirin û herî kêm 3 kesan qane bikin.
Di vê mijarê de ez bi we bawerim. Ji ber ku nefes û dengê min hûn in.
Bi vê boneyê daxwaz dikim ku Remezana pîroz bibe wesîleya xêran, ez ji were silav û heskirinên xwe dişînim.
Not: Vê peyamê herî kêm bişînin 100 kesan re wê baş be.
Hûn dizanin ketilê min kar nake.”