Demîrtaş nameyek ji ciwanan re şand

Demîrtaş ê ji bo şahiya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê peyam şand got: “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin.”

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) bi îşara “Me bi ciwanî dest pê kir, em wê bi ciwanî bi ser bikevin", beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li Parka Abbasaga ya Beşîktaşê şahiya ciwanan pêk anî. Ciwanan park bi alên HDP'ê xemilandin. Dîsa pankartên “Israra di Sosyalizmê de israra di mirovahiyê de ye" û “Em xwe bi meclîsan bi rêxistin dikin, em li dijî faşizmê serî radikin" û “Ji Kampusan ber bi kolanan em xwe bi rêxistin dikin û azad dibin" vekirin. Tevî hewaya sar bi sedan ciwan tev li şahiyê bûn. Ciwanan li ber muzîkê stran gotin û govend gerandin. Di şahiyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Parlamenterê HDP'ê Lezgin Botan amade bûn. Di şahiyêde peyamên Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel yên ji girtîgehê şandibûn hatin xwendin.

HILBIJARTIN WÊ CIWAN BI SER BIKEVIN

Namzetê Serokoariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, di peyama xwe de anî ziman ku hevî û baweriya wî ji ciwanan heye û bawer dike ku wê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Demîrtaş, serkeftin ji xebatên ciwanan re xwest û wiha got: “Faşizm di her qadê de hewl dide civakê teslîm bigire. Lê ev sekna weya bi biryar, wê pêvajoyê li gorî sekna we ya bi biryar bi encam bike. Di her qadê jiyanê de HDP'ê di nava civakê de bi rêxistin bikin erk û rola we ye. Divê hûn her ciwanekî zane û bi rêxistin bikin û tev li vê pêvajoyê bikin. Divê hûn bi sekna bîrdozî wan bi rêxistin bikin û HDP'ê bi wan bidin famkirin û siyaseta demokratik bidin bawerkirin. Bi çavên we yên ku diçirûsin, bi dilê we yê pak û bi wêrekiya we, baweriya min heye ku hûn wê rol mîsyona xwe serkeftî pêk bînin. Kesên dibêjin me bi ciwanî dest pê kir û me wê bi ciwanî bi ser bikevin bê guman wê bi ser bikevin. Teqez wê bi ser bikevin. Ez dîsa şahiya we silav dikim û serkeftinê ji were dixwazin."

YUKSEKDAG: EZ BAWARIM HÛH WÊ BI KEDA XWE BI SER BIKEVIN

Piştî peyama Demîrtaş hat xwendin, peyama Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag hat xwendin. Yuksekdag jî ciwan silav kir û wiha got: "Ez berî her tiştî vê meşa we ya bi qîmet pîroz dikim. We di serdema herî dijwar de hevî û hewldana xwe qut nekir. We bi baweriya kesên li ber xwe bidin wê bi ser bikevin hêz û coşa xwe berdewam kir. Em pir kêfxweşin tevgera me wê her dem ciwan bimîne. Hevî hemû operasyonên siyasî tevger û rêxistina me hêj li ser piyan e û têkoşîna xwe berdewam dike. Em qet ranewestiyan û me wê qet ranewestin. Em wekî daristnekê bi milyonan in. Wekî darekê azad û serbixwe ne. Em hevîya milyonan a ked, azadî, aştî û edaletê ne. Em dîsa dibêjin jiyanek din pêkan e. Serkeftina herî xweşik wê bi te bi min bi me û bi me hemûyan pêk bê. Riya we vekiri û aram be."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî peyam şand û got "Silav ji hevalên Mazluman, Denîzan, Mahiran, Îboyan, Sakineyan û Semayan. Rêhevalên me yên ciwan ên li Cizre, Sûr, Nisêbîn, Efrîn û Rojava li dijî dagirkerî û faşîzmê li ber xwe dan, wekî pêşengê têkoşîna demokrasî û azadiyê bi feraseta ku jiyana ekolojik û azadiya Jinê ava bikin têdikoşin, xwedî berpirsiyar in ku hevî û daxwazên gel pêk bînin û zindî bikni.

TEMELLÎ: BILA MAFÊ GOTIN Û BIRYARÊ YA GEL BE

Di şahiyê de herî dawî Hevserokê Giştî ye HDP'ê Sezaî Temellî jî axivî û wiha got: "Me ji Serokomar Erdogan re got 'Em te nakin serokdewlet. Em ji yên din re jî dibêjin em we nakin serokdewlet. Em dibêjin divê mafê biryar, gotin û erkê ya gel be. Ya muhîm bername, plan gotin û projeyên me ne. Dema me namzetê Serokomariyê diyar kir jî em li gorî vê hesasiyetê tev geriyan. Dema me namzetê xwe diyar kir me ji her kesî pirsî. Me xwest her kes bi hevre namzetê Partiya Demokratîk a Gelan diyar bike. Ji ber ku HDP partiya Tirkiye ye. Me xwest ji her kesî re vekirî be û bi riza her kesî be. HDP'ê heta niha deriyê xwe li kesî negirtiye û kes dernexistiye dervê xwe. Cudakarî û dijminantiya tu kesî nekiriye. Îro namzetê me namzetê Tirkiye ye.

Hêza me ji jiyana me ya hevpar û biryara hevpar tê. Ji ber ku em dibêjin bila xwediyê gotin û biryarê gel be. Ji bo ku em karibin demokrasiya herêmî xurt bikin û pergala demokrasiya parlamentoyê têdikoşin. Em bawer dikin ku em wê di tûra yekemîn de jî û tûra duyemîn de jî bi ser bikevin.

BI TAYBETÎ DIVÊ CIWAN LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVIN

Temellî xwest di vê pêvajoya 24'ê Heziranê de bi taybetî ciwan li sindoqan xwedî derkevin û wiha got: "HDP wê di vê kampanyayê de têkoşîna xwe bi biryar bilind bike. Piştî 25'ê Hezîranê wê tekoşîna me bi dawî nebe. 25'ê Hezîranê wê têkoşîna me ji her demê bêtir xurt be. xebatên me yên heta 24'ê Hezîranê wê rêya piştî 25'ê Hezîranê nîşanî me bide. Jin û ciwan hêza herî mezin û bi tenê ya statuyê perçe dikin in. Em wê bi hevre bi ser bikevin. Îro ji bo xebatên hilbijartinê, sibê jî ji bo xebatên rêxistinkirinê em wê bi hevre têbikoşin û bi ser bikevin."