Demîrtaş lêgerîn red kir û neçû hevdîtinê

Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê dîlgirtî ye, zexta lêgerînê red kir, lewma neçû hevdîtina parêzer.

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dîl tê girtin, ji ber zexta lêgerînê tevlî hevdîtinê nebû. Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demîr li ser mijarê daxuyaniyek da û got, bi fermana Wezareta Edaletê ji Demîrtaş hate xwestin ku her cara ji odeyê derdikeve û dikeve odeyê pêlava xwe derxîne.

Parêzer Demîr anî ziman ku Demîrtaş ev yek weke zordariyeke ji bo şikandina rûmeta mirovan pênase kiriye, diyar kiriye ku ew vê yekê ti carî qebûl nake û ji niha û pê ve wê neçe hevdîtina malbat, parêzer û parlamenteran."

Hate ragihandin Navenda Giştî ya DEM Partiyê wê têkildarî mijarê li Wezareta Edaletê bikeve nava hewldanan û jê bixwaze ku tavilê dest ji vê kiryara şikandina rûmetê berde.