Demîrtaş ji The Natîonalê re axivî: Divê em dengê xwe biparêzin
Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş diyar ku rola HDP a di hilbijartinan de roleke krîtîk û sereke ye û bal kişand ser vî tiştî ku divê deng werin parastin.
Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş diyar ku rola HDP a di hilbijartinan de roleke krîtîk û sereke ye û bal kişand ser vî tiştî ku divê deng werin parastin.
Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji rojnameya The Natîonal re axivî ya ku li Emîrtiya Ereban a Yekgirtî bi Îngilîzî weşanê dike. Demîrtaş bi rêya parêzeran bersiv da pirsên rojnameyê.
‘JI BER KU EZ DI GIRTÎGEHÊ DE ME, MEŞRÛÎYET QELS DIBE’
Demîrtaş got ku, “Di vî halî de kî bi ser bikeve, gelo ew ê karibe bi dilekî fireh li ser wê paldankê rûne? Hê ev pêşbazî didome, ez di girtîgehê de me. Ji ber vê jî kî were hilbijartin ew ê meşrûiyeta wî/ê qels be.”
Demîrtaş diyar kir ku ew kampanyaya hilbijartinê bi rê ve nabe, tenê kampanyaya li derve dixwaze motîve bike.
‘EM AKTORÊN SEREKE NE’
Demîrtaş bal kişand ser vî tiştî ku HDP ‘aktorekî sereke ye’ û got “Siyaset ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo kesên ne li ser fikra AKP’ê ne jî, hatiye tengkirin.”
Demîrtaş diyar kir ku heke ew were hilbijartin ew ê rayeyan belav bike û got, “Li ser wê paldankê ya ku gelek rayeyê min ew ê hebe, piştî bidawîbûna peywira min, ez ê rahêlim çakêtê xwe û ez ê herim.”
LI DIJÎ HÎLEYAN HIŞYARÎ DA
Demîrtaş li dijî hîleyên AKP-MHP’ê hişyarî da û wiha got; “Di hilbijartinan de li dijî binpêkirin û karê ne li rê divê em dengê xwe biparêzin.”
Di nûçeya rojnameyê dse wiha tê gotin; “Li gorî gelek çavdêran piştî hilbijartinan Erdogan ku serokkomariyê qezenç bike lê li meclîsê zêdeyî bi dest nexe, wê carek din banga hilbijartinê bike bi guman in”, Demîrtaş wiha got; “Di aliyê aborî, siyasî û civakî de ev welat ne di rewşa hilbijartineke din de ye.”
ROJNAME: BI GUHERTINA CIHÊN SINDOQAN DENGÊN HDP’Ê TÊN HEDEFKIRIN?
The Natîonal di heman nûçeyê de ev agahî parve kir;
“Her çiqas koka HDP’ê xwe dispêre siyaseta Kurd ji derveyî Başûrê Rojhilat jî xîtapî gelek hilbijêran kir û di hilbijartina 2015’an de serketinek bidestxist.”
Rojnameyê bal kişand li ser guhertin-yekkirina sinqodan jî û diyar kir ku bi vê re dixwazin dengên HDP’ê kêm bikin.