Nameya Demîrtaş wiha ye:
"Ji dil û can silavên xwe ji gelê me yê Tirkiyeyî yê li derveyî welat re dişînim. Gelê me yê li dîasporayê parçeyek ji welatê me yê. Her roj bi hesreta welatê xwe dijîn, pirsgirêkên li welêt ji nêz ve dişopînin û beşek ji têkoşîna afirandina paşerojeke azad, demokratîk, wekhev û bedew in.
Li kîjan devera cîhanê dibin bila bibin, weke ku hûn jî baş pê zanin, Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke krîtîk. Di rewşeke wiha de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûye hêvî û baweriya bi HDP'ê roj bi roj zêde dibe. Partiya me bi alîgirên demokratîkbûn, aştî û hêviyê mezin dibe. Bi berpirsyariya baweriya we, ji bo demokrasiyê em bûne alternatîfeke xurt a demokrasiyê.
Di dema hilbijartinê de rol û mîsyoneke girîng dikeve ser milê gelê me yê li derveyî welat.
Wezîfeyek welatparêziyê ye ku tevlî kampanya hilbijartinê bibin, cihê xwe di nava karê propagandayê de bigirin, bi taybetî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di vê hilbijartinê de dengên ji derveyî welat bên, ji bo me pir krîtîk in. Ji bo faşîzma li Tirkiyeyê bê têkbirin û pêşî li demokratîkbûnê were vekirin, ev hilbijartin firsendên dîrokî dide me. Gelekî girîng e ku hûn vê derfetê baş bi kar bînin, bi dil û can bixebitin û li ku derê dibe bila bibe tevî nasên xwe dengê xwe bidin.
Tevî zext, gef û êrîşên tên kirin jî, bi milyonan mirovên dilê wan bi min re lê didin, sekneke bi vî rengî ya serbilind nîşan dane ku hê hucreyeke 6 milyon kes karibe lê bê bicihkirin nehatiye çêkirin. Sal û nîvek e ez li vê hucreyê bi we re hilmê digirin û bi we re dijîm. Li ser navê we, min hewl da nirxên azadî, demokrasî, wekhevî, edalet û aştiyê li vê derê temsîl bikim.
Bila şik û gumana we nebe; ji bo temsîlkirina vê yekê çi ji destê min bê ez ê zêdetir bikim. Lê weke ku hûn jî zanin, li vê derê cih û derfetên min kêm in. Dest û milên min, deng û nefesa min niha hûn in; ciwan in, jin in.
Bêguman wê kampanyayeke zehmet û newekhev a hilbijartinê be. Tişta ku zordaran kirine, nîşaneya karê wan e ku di dema bê de bikin. Lê sekn li me nabe. Em ji rêya xwe venagerin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, dengên ku ji we bê, wê hem di namzetiya Serokkomariyê de hem jî di hilbijartina parlamentê de destê me xurt bikin.
Herî dawî, ez spasiya gelê me û hevrêyên xwe dikim ku ez hêjayî vê wezîfeya bi rûmet dîtine. Ji niha ve bang li her kesî dikim ku bi dil û can ji bo hilbijartinê bixebitin, dengê xwe bidin û hêviyê bi ser bixînin.
Di serketina 24'ê Hezîranê de para we wê zêde be û em ê teqez bi ser bikevin."