Demîrtaş ji bo serdana Înce peyamek şand
Selahattîn Demîrtaş ê ku Mûharrem Înce çû serdana wî, peyamên lihevkirina hevgirtin û civakî da.
Selahattîn Demîrtaş ê ku Mûharrem Înce çû serdana wî, peyamên lihevkirina hevgirtin û civakî da.
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî piştî ku Namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Mûharrem Înce çû serdana wî, peyamek şand.
‘EZ Û HEVALÊN MIN, EM DÎLGIRTÎ NE’
Peyama Demîrtaş wisa ye:
“Beriya her tiştî ji bo serdana Mûharrem Înce, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim.
Li welatê me, ji zû ve ye bêedaletî li her derê didome. Ji bo min girîng û watedar e ku vê serdana Înce di şexsê min de balê dikişîne ser bêedaletiyan.
Ez û hevalên min, em di girtîgehan de wekî dîlên siyasî ne. Mixabin derve jî wekî girtîgeheke servekirî ye. Bêedaletiyên wekî şertên Rewşa Awarte, medyaya yekdeng, tehdîda avêtina ji kar û girtinê pêvajoya hilbijartinê di çarçoveyeke newekhev de didomîne. Ez hêvîdar im ku ligel vê bêedaletiyê ew ê hilbijartin pêşiya demokrasî, azadî û aştiyê veke.
Ez hêvîdar im ziman û ûslûba çêker û erênî ya namzet û partiyan ew ê dûrketina beşên civakê ji holê rake.
Vê serdana Înce ji peyameke siyasî wêdetir, mînakeke hevgirtina mirovî ye. Fikrên me yên siyasî cihê be jî, em ê di dawiya pêvajoya hilbijartinê de tevkariyê li lihevkirinan civakî û çanda aştiyê bikin.
Gelê me tiştên baş heq dikin. Ligel hemû astengî, zorî û zehmetî ji bo temsîliyeta bi rûmet a kesên mazlûm ez û partiya min, em ê kampanyaya hilbijartinê bi vê ferasetê bidomînin.
Bi vê wesîleyê ez serkeftinê ji wî re û ji namzetên din re dixwazim û ji ber serdana wî ya mirovî, ez rêzdar Înce spas dikim.
Hêvîdar im hilbijartin ji bo gelê me û welatê me tiştên baş bi xwe re bîne.”