Demîrtaş: Ji bo hilbijartina pêşwext me di hundir de dihêlin!

Demîrtaş diyar kir, sedema ku ew di girtîgehê de ne, amadekariyên hilbijartina pêşwext a AKP-MHP’ê ye.

Demîrtaş peyam şand ji Nobeta Wijdan û Edaletê û got, “Em ji hilbijartinê natirsin. Serkeftina HDP’ê wê bibe serkeftina demokrasî û aştiya Tirkiyeyê.”

Peyama Demîrtaş wisa ye:

“Nikarin têkiliya gel a bi HDP’ê re qut bikin. Ew ê tu carî negihêjin armanca xwe û ew ê nikaribin gel ji HDP’ê qut bikin.

DARAZ FENANÎ KONTRAYAN DIXEBITE

Di salên 1990’î de bi rêxistinên JÎTEM û kontragerîlla re îşkence dikirin. Niha jî daraz fenanî kontrayan dixebite. Gelê me di salên borî de stûyê xwe ji wan re xwar nekir wê niha stûyê xwe ji bloka faşîst a AKP-MHP’ê re jî xwar neke.

AMADEKARIYÊN HILBIJARTINA PÊŞWEXT

Tifaqa AKP-MHP’ê dest bi hilbijartina pêşwext kiriye. Sedema ku em xistine girtîgehê jî ev e, lê em ji hilbijartinê natirsin. Ji aliyekî ve divê em li dijî neheqiyan li ber xwe bidin û ji aliyê din ve jî divê gelê me ji hilbijartinê re xwe amade bikin. Divê şaredar û endamên me yên meclîsê yên ku ji kar hatine avêtin, fenanî ku li ser peywira xwe bin divê li şîn, dawet û nexweşxaneyan gelê me tenê nehêlin. Divê parlementerên me di nav gel de bin û li gel guhdarî bikin.

DIVÊ HDP BI AWAYEKÎ XURT AMADE BIBE

Meclîsa me ya partiyê û lijneya giştî ya rêveberiyê ya HDP’ê divê xebatên amadekariya hilbijartinê bidomînin. Em li derve yan jî li hundir bin jî, em ê di xizmeta gelê xwe de bin.

Divê gelê me ji vî tiştî bawer be. Gelek ji me girtî bin jî em HDP di serdemeke xwe ya xurt de ne. Heta ku bi me re li hev nekin wê tu tevgereke siyasî nikaribe dahatûya Tirkiyeyê ava bike. Em ê jî hêza xwe ji bo dahatûya demokratîk a Tirkiyeyê bi kar bînin.

FAŞÎZM LI BER SIKRATÊ YE

Dibe ku şert girantir bibin, pêkutî zêdetir bibe. Lê divê neyê jibîrkirin ku dema faşîzm li ber sikratê be, ew ê hemû alavên di destê xwe de bi kar bîne. Em helwesta xwe diyar bikin û em li ber xwe bidin, em dikarin faşîzmê têk bibin. Serkeftina HDP’ê wê bibe serkeftina demokrasî û aştiya li Tirkiyeyê.

Ez hemû hevalên xwe bi coş û heyecan vedixwînim ser peywirê û rêz û silavên xwe ji we re dişînim.

Selahattîn Demîrtaş
Girtîgeha Edîrneyê
12’ê Tebaxê 2017”