Demîrtaş: Her mal, her kargeh divê bibe buroya hilbijartinê

Demîrtaş ji girtîgehê bersiv da pirsên ANF'ê û got, "HDP'yî bi rijd û biryar in. Zext û zordarî nikare bi wan." Demîrtaş xwest, her mal, her kargeh mîna buroyeke hilbijartinê bixebite.

Selahattîn Demîrtaş ku cara duyemîn e bûye namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê, wê kampanya xwe ya hilbijartinê vê carê ji Girtîgeha Edîrneyê bimeşîne. Bi gotina wî, kampanya wê ji aliyê bi milyonan dildarên HDP'yî ve bê meşandin. Demîrtaş ji girtîgehê bersiv da pirsên me.

GIRSEYA HERÎ WÊREK Û ÇALAK A ME YE

Demîrtaş diyar kir ku îmkanê wî nîne ku li girtîgehê kampanyayê bimeşîne û got, "Ez ê tenê hewl bidim piştgiriyê bidim kampanyaya ku bi milyonan jin û ciwan li derve dimeşînin. Ji ber Rewşa Awarte û newekheviya Erdogan, ji xwe hilbijartin wê bi rengekî adîl pêk neyê. Lê belê rewşa min bê edaletiyeke giran e. Bêguman gelê me wê pêşengiyê ji kampanyayê re bike û vê rewşa neyînî ji holê rake."

Demîrtaş bi bîr xist, ku yên fermana "HDP'ê di sindoqan de bifetisînin" dane, ji xwe li her derê zext û zordariyê dikin û got, "Lê belê HDP'yî bi rijd in, bi biryar in. Zext û zordarî nikare bi wan. Hûn ê jî bibînin; girseya herî wêrek û çalak, a ku bi xurtî kampanyayê bimeşîne wê ya me be."

EM Ê HEWLDANÊN XWE YÊN JI BO TIFAQA DEMOKASIYÊ BIDOMÎNIN

Selahattîn Demîrtaş işaret bi her du tifaqên rastgir ên li dora berjewendiyên teng li hev civiyane kir û got, "Ew tifaqên bê pîvan in. Bi tevlîbûna HDP'ê dikarîbû blokeke demokrasiyê ya xwedî pîvan bihata avakirin; lê belê partiyên din ne amade ne ku xwedî li bernameyeke demokrasiyê ya girîng derkevin. Xala wan a hevpar 'Tirkîtî' ye. HDP bi rengê xwe yê ji gelek nasname û çandan, ji xwe nedibû di nava çarçoveya Tirkîtiyê de cih bigire. Eger ew jî bi vê ferasetê tevbigeriyan, wê li Tirkiyeyê dest bi pêngaveke girîng a demokrasiyê bikira. Her du tifaq li ser bingeha îdeolojiya fermî ya dewletê ava bûn. Lê belê ji bo tifaqa demokrasiyê em ê bi her awayî hewldanên xwe bidomînin."

Di dewama hevpeyvînê de Demîrtaş bal kişand ser rewşa Meclîsê ku tevizî ye û got, "Rewş wê timî ne bi vî rengî be. Eger em karibin hê bi xurtî derbasî sîstema parlamenter a demokratîk bibin, wê meclîs hîn bi xurtî çalak û girîng bibe. Hem ji bo vê hem jî ji bo edaleta temsîlkariyê, divê HDP li parlamentê hebe. Bêguman gel wê biryara vê bide. Di vê mijarê de em bi gel piştrast in."

LI DORA HDP'Ê DIVÊ SEKNEKE DÎROKÎ BÊ NÎŞANDAN

Li ser hewldanên HDP'ê yên ji bo tifaqa bi partiyên Kurdan û hêzên çepgir re Demîrtaş got, "Hevserokên me û rêveberiya me ya partiyê karê xwe yê di vî warî de didomînin. Ez jî hewl didim bi fikir û pêşniayrên xwe alîkar bim. Ji bo tifaqeke berfireh a li her du eniyan, hevdîtin dewam dikin. Hêvîdarim wê bi bandor be û encameke watedar bi dest bixe. Bi taybetî partî û tevgerên Kurdan pêwîste di vê demê de bi sekneke zelal û bi biryar li cem HDP'ê cih bigirin û sekneke dîrokî nîşan bidin."

DIVÊ HER DER BIBE BUROYA HDP'Ê

Demîrtaş di dawiya hevpeyvînê de got, "Derfetên dewletê yên ku Erdogan wan bi kar tîne, li ber destê min nîne. Desteka medya, dadgerî, burokrasî û sermayeyê ji bo min nîne. Min timî pişta xwe spart gel û bi vî rengî siyaset kir. Niha jî ji gel piştast im. Wê bi milyonan mirov dîsa dakevin qadan û bi coş û kelecaneke mezin li nava malan kampanya bê meşandin. Her kes dikare buroya xwe ya hilbijartinê veke. Ji bo vê jî dikare ji rêxistinên me yên partiyê alîkariyê bixwazin. Ji bo buroya hilbijartinê, partiya me wê alîkariya materyal û pêdiviyan bide. Her kargeh, her mal divê bibe buroyeke hilbijartinê. Divê paceyên hemû mal û kargehan, hemû şaneşîn bi alên HDP'ê bên xemilandin.

Ji her hilbijartinê bêhtir amadekariya me ji bo al, afîş û posteran heye. Her HDP'yiyek dikare ji buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya nêzî mala xwe van materyalan peyda bikin û mal û kargehên xwe bixemilînin. Gelekî girîng e ku em di vê hilbijartinê de moral, hêvî û wêrekiyê bidin pêş. Bila gelê me piştrast be; em ê teqez bi ser bikevin."