Demîrtaş: Ez bawer im em ê encamên 7’ê Hezîranê derbas bikin

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku civaka Tirkiyeyê herî zêde di lîsteyên HDP’ê de heye û got, “Ez bawer im, ew ê encamên vê hilbijartinê ew ê yên 7’ê Hezîranê derbas bike.”

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo rojnameya Evrenselê ji Meltem Akyol re axivî û ji redkirina daxwaza wî ya tehliyekirinê, erêkirina cezayê Abdullah Zeydan û Îdrîs Balûken jî got ‘Ev tişt înfazkirina bêyî darizandinê ye.”

‘CIVAKA TIRKIYEYÊ HERÎ ZÊDE DI LÎSTEYA HDP’Ê DE HEYE’

Demîrtaş diyar kir ku di lîsteya namzetan a HDP’ê de hemû bawerî, nasname, zayend û çînên bindest  heye û got, “Bi hêzên demokrasiyê re em dikarin tifaqên têkoşînê yên xurt ava bikin. Herî zêde lîsteya HDP’ê rengîn, xurt, zindî û hêvîdar e. Divê em li dora namzetên xwe bidin xeleq. Ji ber civaka Tirkiyeyê herî zêde di lîsteya HDP’ê de heye.”

Demîrtaş diyar kir ku lîsteya AKP’ê bêreng e û ji lîsteya AKP’ê mirov dikare bibîne ku AKP rejîmeke çawa dixwaze ava bike.

‘EW Ê ENCAM ÊN 7’Ê HEZÎRANÊ DERBAS BIKE’

Demîrtaş diyar kir ku ji bo HDP’ê atmosfereke wekî ya 7’ê Hezîranê heye û got, “HDP êdî dadikeve qadê. Bi qasî ku ez dibînin li ba gel heyecan û coşeke mezin heye. Gel ji bo ku bixebite li benda bernameya rêveberiya HDP’ê ye. Ez bawer im ew ê encamên vê hilbijartinê, ew ê yên 7’ê Hezîranê derbas bike.”

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ TRT’Ê

Demîrbaş TRT rexne kir û got, “Di dema 7’ê Hezîranê de bi giştî 2 saet dabûn HDP’ê lê niha jî ‘sifir’. Ez heqê xwe heram dikim. Heke mumkun be, ez dixwazim li ser ekranên TRT’ê vî tiştî bibêjim.”

‘KRÎZA EKONOMÎK EW Ê DIYARKER BE’

Demîrtaş diyar kir ku krîzeke ekonomîk a aborî heye û ew ê ev tişt hilbijartinê diyar bike. Demîrtaş bal kişand ser vî tiştî ku gel ji bo ku hesap ji vê hikumetê bipirse, li benda danîna sindoqan e.”

JI TÎPA F’YÊ BER BI KOŞKA ÇANKAYAYÊ VE

Demîrtaş diyar kir ku wî bêriya mîtîngan kiriye ku ew gel û dihatin ba hev û got ,”Vî welatî dît ku mirov ji Çankayayê dikare biçe girtîgehê, ew ê bibîne ku mirov ji girtîgehê dikare biçe Çankayayê jî. Ji  Tîpa F’yê ber bi Koşka Çankayayê ve.”