Demîrtaş. Ev welat ji Erdogan aciz bûye

Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku gel ji AKP'ê aciz bûye û di vê hilbijartinê de wê ji Erdogan re bêje 'êdî bes e'. Demîrtaş got, "Em tiştekî ji AKP'ê hêvî nakin. AKP êdî mejiyê faşîst û nîjadperest ê Tirk temsîl dike."

Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên Kovara Der Spiegel a Elman.

'ZEXTEKE FAŞÎZAN HEYE, LÊ GELÊ ME WÊREK E'

Ji bo pirsa, "We di meha Sibatê de dest ji serokatiya partiyê berdan, lê niha hûn ji bo hilbijartina Serokkomariyê ji girtîgehê bûne namzet. Çima?" Demîrtaş ev bersiv da: "Min ti carî dest ji têkoşînê berneda. Min gotibû, li ku derê pêwîstî bi min hebe, ez amade me xizmetê ji partî û gelê xwe re bikim. Niha jî ev xizmet ji min hate xwestin. Min jî got, ez jê re amade me."

Li ser şêweyê xwegihandina dengdêrên xwe jî Demîrtaş got, "Ez ancax mesaj û nameyan dikarim bişînim derve. Bi navê min, bi milyonan jin û ciwan wê kampanyayê bimeşînin, wê li nava malan bigerin. Di vê mijarê de ez bi gelê xwe piştrast im. Ji xwe ev kampanya ne ji bo min e, ji bo gel e, ji bo azadî û demokrasiyê ye."

Ji bo pirsa, "Zêdeyî 3 hezar HDP'yî girtî ne. Gelo hêza partiya we heye ku bikeve nava pêşbirka hilbijartinê?" Demîrtaş got, "Zexteke faşîzan li partiya min tê kirin. Lê dîsa jî gelê me wêrek e û çalak e. Bi desteka dilxwazan em ê van pirsgirêkan çareser bikin û bi rengekî amade tevlî hilbijartinan bibin."

Demîrtaş destnîşan kir ku gel ji Erdogan û AKP'ê aciz bûye, êdî guhertinê dixwaze û got, "Gel wê di vê hilbijartinê de ji Erdogan re bêje 'êdî bes e'."

'EZ Ê TI CARÎ JI TÊKOŞÎNA XWE VENEGERIM'

Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku zext û êrîşên li HDP'ê tên kirin nîşaneya bêçaretiya desthilatdariyê ye û ji bo pirsa "Heta ku Erdogan desthilat be, gelo hûn bawer in ku dikarin ji girtîgehê derkevin?" Demîrtaş ev bersiv da: "Azadiya gel ji azadiya min girîngtir e. Eger gel azad bibe, dîlgirtina min jî wê biqede. Mesele şexsî nîne, civakî ye. Hiqûqî nîne, siyasî ye. Eger ez zanibim ku heta dawiya emrê xwe ez ê girtî bim, dîsa jî ti carî ji têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û aştiyê venagerim."

'EM TIŞTEKÎ JI AKP'Ê HÊVÎ NAKIN'

Ji bo pirseke li ser 'îhtimala pêvajoya çareseriyê' Demîrtaş ev bersiv da: "Em ê bi xwe bibin desthilatdar û pirgirêka Kurd jî di nav de hemû pirsgirêkan di çarçoveya demokrasiyê de çareser bikin. Em tiştekî ji AKP'ê hêvî nakin. AKP êdî nûnerê mejiyê faşîst û nîjadperest ê Tirk e."