Demîrtaş: Erdogan weke bazirganekî îflaskirî ye

Tirkiyeyeke nû bêyî HDP'ê ava nabe. Bawerim Tifaqa Milet jî vê dibîne. Hiştina me li derveyî tifaqê vê rastiyê naguherîne. Kî berevajî vê yekê îdîa bike, wê winda bike.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê dîlgirtî ye, bersiva da pirsên rojnamevan Emre Tansû Keten ê ji rojnameya Yenî Yaşam.

Demîrtaş li ser namzetiya xwe got, "Ez tenê ji gel bawer dikim. Bi taybetî jî ji jin û ciwanan. Gelê me polîtîk û rêxistinbûyî ye. Baş pê zanin ku ez ji bo çi têdikoşim karê ji bo min û HDP'ê tê wateya karê ji bo wan. Weke yek ji pêşengên siyasî yên gelekî bi vî rengî fedakar û kedkar, ez xwe bi şens dibînim. Lewma, li gorî namzetên din ez hê bêhtir xwedî avantaj im."

Demîrtaş da xuyakirin ku Erdogan û AKP ji bo bê edaletiya pêşbirka hilbijartinê zêde bike, çi jê tê dikin û got, "Çi derfet di destê wan de hebe, mîna hilbijartinên beriya niha, bi kar tînin. Tevî vê yekê jî bê çare ne, ketine nava panîkê. Dikin nakin nikarin motîve bibin, nikarin rojevê biafirînin. Tweeteke ku e ji vir diweşînim jî ji mîtîngên wan ên di hemû televîzyonan de tên weşandin hê bêhtir bandorê dike. Ji ber ku civak êdî ji AKP'ê bêzar bûye."

Demîrtaş destnîşan kir, tiştekî ku Erdogan êdî soza wê bide gelên Tirkiyeyê nîne û got, "Mîna bazirganekî îflaskirî lê hatiye."

Li ser 'Tifaqa Milî' ya ku HDP li derveyî wê hate hiştin û avakirina Tirkiyeya nû jî Demîrtaş got, "Nepêkan e ku bêyî HDP'ê Tirkiyeyeke nû bê avakirin. Bawerim Tifaqa Milî jî vê dibîne. Hiştina me li derveyî tifaqê vê rastiyê naguherîne. Kî berevajî vê îdîa bike, hem wê di hilbijartinê de têk biçe, hem jî di paşerojê de têk biçe. Heta ku HDP di astekê de di nava desthilatdariya nû de cih negire, demokrasiyeke nû nikare bê afirandin. Rewşeke berevajî vê yekê, li civaknasiyê, li siyasetê, li matematîkê nayê."

Li ser namzetiya kesayetên weke Ahmet Şik, Velî Saçilik, Erol Katircioglû, Omer Farûk Gergerlîoglû ji HDP'ê, Demîrtaş got, "Ev yek sekneke hêja û watedar e. HDP êdî bûye rêxistina têkoşîna hevpar a hemû bindestan. Weke xeteke siyasî bi berxwedanê xwe li siyaseta Tirkiyeyê girtiye. Yên nû tevlî bûne hem hêz dane HDP'ê, hem jî ji rewşa rêxistinî ya HDP'ê hêz girtine. Serketinê ji hemû namzetan re dixwazin."