Nameya Demîrtaş a ku ji hêla Navenda Giştî ya HDP’ê ve hatî weşandine wiha ye:
"Tîny ê ezîz,
Bi rêya parêzerên xwe ez pê hesiyam ku Koma Çepgir a Yekbûyî ya Ewropayê ez namzetê xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê nîşan da me.
Ez bi vê şanaz û serbilind im. Ez li ser navê gelên Tirkiyê û partiyiyên me malavayî li te, li endamên komê dikim ji ber piştevaniya wan a ku di demên dijwar e we nîşan dayî.
Ti şik û gumana min jê nîn e ku HDP wê heq ji vê dema dijwar derkeve; wê êrîşên giran ên rejîma Erdogan-AKP’ê têk bibe.
Em têkoşîna xwe ya rûmetê li girtîgehan didominin. Ji çar hêlên dinyay ê piştevanî û hevgirtina hevrêyên me ji bo me kana îlham û motîvasyonê ya qedirbilind û bê buha ye.
Em di şertên herî kambax de jî hêviya xwe ya bi cîhaneke ku bêdadmendî, newekhevî û zilim lê nîn e winda nakin.
Dîsa malî ava. Ez hêvî dikim ku di nêz de we bibînim. Bi hezkirin û hevgirtinê.."
Selahattîn Demîrtaş ji hêla Koma Çepgir a Yekbûyî ya Ewropayê ve namzetê Mafê Miroan a Vaclav Havelê hatibû nîşandan ku ji hêla Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê ve tê dayin.