Demîrtaş: Em ê li her cihî têkoşînê dewam bikin

Selahattîn Demîrtaş di rûniştina xwe ya li Enqereyê dest bi parastina xwe kir. Herwiha heyetên ji derveyî welat jî hatibûn, negirtin salona rûniştinê. Leyla Xalid li ser vê yekê got "me dît bê dadgerî çiqasî serbixwe ye!"

Selahattîn Demîrtaş piştî bi rojan dest bi parastina xwe kir û got: "Ji bo ku bikaribin zagona bingehîn biguherînin, divê HDP krimînalîze bikira. Ji ber vê sedemê em ne li gorî ûsûlê hatin girtin."

Duyemîn rûniştina doza Selahattîn Demîrtaş li girtîgeha Sîncanê pêk hat. Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temel jî beşdarî dozê bûn, hejmara beşdaran bi bîstan hate sînorkirin.

HEYETÊN JI DERVEYÎ WELAT NEGIRTIN SALONÊ

Heyetên ji derveyî welat negirtin salona mehkemê. Di nav heyetên negirtin salonê de nûnerên seferetxaneyên Elmanya, Norwêç, Danîmarka, Kanada, Swêd, Kralîyeta Yekbûyî, Hollanda, Îrlanda jî hene.

Herwiha ev kes jî negirtin salona mehkemeyê: nûnerên Partiya Komînîst a Fransayê Sylvie Jan û Michel Laurent, ji Norwêçê parêzerên mafên mirovan Bente Knagenhjelm û Kari Torsteinson, ji baroya Londonê parêzer Margaret Owen, Alî Has, Stephen Knight, wekîlê Partiya Çep a Elmanya ya parlamentoya Berlînê Hakan Taş, Wekîlê Yekîtiya Sor-Kesk a Danîmarkayê Søren Søndergaard, parêzerê ji Îtalyayê Giacomo Gianolla."

LEYLA XALID: CIHÊ VÊ YEKÊ DI NAVA DEMOKRASIYÊ DE NÎNE

Wekî din navê sembol ê têkoşîna azadiya Filîstînê Leyla Xalid jî negirtin salona mehkemeyê. Leyla Xalid li ber salonê daxuyanike kurt da û got: "Em ji bo ku doza Selahattîn Demîrtaş bişopînin hatin. Lê belê polîs destûrê nadê me. Ev tiştekî xirab e. Ji ber di demokrasiyan de cihê tiştên wiha nîne. Ev rewş nîşan dide ku dadgerî ne serbixwe ye."

DEMÎRTAŞ DEST BI PARASTINA XWE KIR

Demîrtaş cara pêşî anîn rûniştina dozê. Beriya niha ji ber ku Demîrtaş kelepçe qebûl nekiribû ew ne anîbûn rûniştina yekem a dozê. Demîrtaş piştî 460 rojan dest bi parastina xwe kir. 
 
Demîrtaş têkildarî îtîrazên qebûlkirina îdianameyê ya der barê wî de rêz kir û manşetên rojnameyên beriya destnedayînê bê rakirin yek bi yek pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Demîrtaş got: "Heke van weşanan hemûuyan binvîsiya 'Demîrtaş ji fezayê ye' wê herkesê/î bawer bikira ku ez ji fezayê hatime. Beriya rakirina destnedayînê, pêşî bi manşetên rojnameyan li hember têgihiştina mirovan operasyonê dest pê kir.” 
 
Demîrtaş behsa xala 83/2. a Destûra Bingehîn kir û wiha got: 

“Li gorî xala 83/2. beyî biryara meclîsê wekîl nikarin bêne girtin. Li gel vê yekê diyar dike ku 15 meh e girtî ye. Ev 15 meh in dadgehê kongrol nekiriye. Divê hûn vîna gel biparêzin û ne ya Selahattîn Demîrtaş. Parlamento ditirse, divê dadgerî wêrek be. Kontrolkirin wiha pêk tê. Her roj qanûnan derdixin. Destûra bingehîn diguherînin. Em wek vîna gel jî di hucreyan de li van pêkanînan temaşe dikin. Me neçar dikin ku em ji hucreyan temaşe bikin. Em jî temaşe dikin. Dadgerî jî temaşe dike. Berdevkê Partiyê yê AKP’ê ji bo girtina me beriya dadgeriyê biryara girtina me dide. Em dikarin bawer bikin ku dîrok xwe dubare dike, le ne wilo ye.

Hêzên demokrasiyê roj bi roj mezin dibin. Di salek û nîvê de ji 3 hezarî zêdetir HDP’yî hatin girtin. Gelo dadgeriyê bi carekê ji bo HDP biryar girt? Ji bo Destûra Bingehîn biguherînin, diviyabû ku HDP’ê krîmînalîze bikin. Ji ber vê yekê bi awayekî li dijî hiqûqê em girtin. Ji 31 fezlekan agahiya min bi yekê kirin.  Derbarê 30 fezlekên din em agahdar nekirin, lê dixwazin ku ez parastina xwe ji 31 fezlekan bikim. Ji lêpirsînê û vir ve dosyayên siyasî anîn pêşiya me. Lê li şûna hûn rê û rêbaz sererast bikin, weke heyet we ji miduriyetên polîsan re nivîs nivîsand û we hewl da ku hûn hin delîlên din bi dest bixin. Qet baweriya min nîne ku ez ê bi awayekî adîlane werim mehkemekirin. Derbarê delîlên ji bo min erênî tiştek nehate kirin. Heyeta we heta niha li dijî rezaleta hiqûqê deng dernexist. Em li hundir bin jî û li derve bin jî,  em ê ji bo demokratîkbûna welat bixebitin…”