Demîrtaş bêhiqûqiya dadgeriya AKP'ê darizand!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe de bal kişand ser bêhiqûqiya dadgeriya AKP'ê. Rûniştina dozê ji bo 17'ê Gulana 2018'an hate taloqkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî 434 rojên girtî, cara yekê derket pêşberî dadgeriyê. Li salona rûniştinê ya 16. Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bakirkoyê, di doza 'heqareta li Serokkomar' lê hate vekirin de, ku ji ber daxuyaniya xwe ya vegera ji serdana Rûsyayê li balafirgehê tê darizandin, Demîrtaş parastina xwe kir.

Parastina ku Demîrtaş li dadgehê kir wiha ye:

"Ez spasiya parêzerên xwe û hemû hevalên xwe yên hatine vê derê û li derve ne dikim.

Hem der barê mafê destnedanê hem jî der heqê bêberpirsyariyê de îdîayên me yên cidî yên li ser bêûsûliyê hene. Dixwazim ev yek di raporê de were nivîsandin.

Tevî ku di vê dozê de bi rengekî negirtî têm darizandin jî, di nava şert û mercên girtîgehê de parastina xwe dikim. Ev 14 meh in cara yekê ye derdikevin pêşberî dadgehê. Heta niha di zêdeyî 20 dosyayên dozê de careke bi tenê jî derneketim pêşberî dadger. Cara yekê ye yekser li pêşberî dadger parastina xwe dikim. 3 jê ji aliyê dadgeha we ve, bi giştî 97 rûniştin hatin kirin. Piraniya van bêyî amadebûna min an jî bi ferzkirina SEGBÎS'ê hatin kirin. Bi rêya SEGBÎS'ê 20 caran hat xwestin û îfadeya min bê girtin.

Niha li ser nexwendina gilînameyê, li ser sûcdarnekirina min du îdîayên me yên bingehîn hene. Ya yekemîn; mafê min ê destnedanê hê dewam dike. Ya duyemîn jî; bêberpirsyariya qanûndanînê ya bi xala 83/1 a Destûra Bingehîn e. Ez ê ji we bixwazim ku der barê van her du sedeman de biryareke navberê bidin.

Ji bo parlamenterek karibe bê darizandin, divê mafê destnedanê li gorî ûsilê bê rakirin. Her wiha vê lêkolîn jî ji aliyê dozgerî û dadgehê ve hatibe kirin. Heta niha ti lêpirsîn ji aliyê dadgehê ve nehatiye kontrolkirin. Mixabin serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber kêmaniya îmzeyan ji ûsilê hate redkirin û guhertina destûra bingehîn a li ser rakirina mafê destnedanê bi rengekî demkî kete meriyetê.

Di xala pêwendîdar a Destûra Bingehîn de wiha tê gotin, 'Heta ku biryara Meclîsê nebe'. Yanî destnedan ancax bi qanûnekê karibe were rakirin. Bi guhertina Destûra Bingehîn nabe bê rakirin. Eger, bêyî biryareke meclîsê ya der heqê me de karê rakirina destnedanê hatibe kirin, hingî rakirina mafê destnedanê ne li gorî ûsilê hatiye rakirin. Ya duyemîn; xusûsa mafê destnedanê di rêziknameya navxweyî de jî hatiye destnîşankirin. Rêziknameya navxweyî ya Meclîsê, ji aliyê hiyerarşiya norman de metnek berberî destûra bingehîn e. Ji ber vê yekê, her karekî ku li gorî rêziknameya navxweyî ya meclîsê nehatiye kirin, li dijî destûra bingehîn e. Karê ku beriya rakirina destnedana me were kirin, bi rengekî vekirî di rêziknameya navxweyî de qeydkirî ne.

Xusûsa destnedanê çima ewqasî bi berfirehî hatiye destnîşankirin. Ji bo zexteke dadgerî li ser parlamenteran neyê kirin. Ji bo erka rêveberiyê bi zexta lêpirsînên bê bingeh û pûç re mijûl nebe. Ji bo tezkere Meclîsê meşgûl neke, hemû qonax hatine destnîşankirin. Sedema duyemîn jî ew e ku di dema rakirina mafê destnedanê de mafê parastinê ji parlamenteran re tê dayin. Mafê destnedanê rê û rêbazeke ji 230 salî ye ku ji Fransayê hatiye. Parlamenter bi xwe jî nikare dest ji vî mafê berde.

Karê ku diviyabû bihata kirin ev bû; her fezlekeya her parlamenterekê/î radestî komîsyona têkel were kirin, komîsyona amadekar bê avakirin, komîsyona amadekar li her parlamenterê/î guhdarî bike, lê binere bê lêpirsîn cidî ye yan na û ya herî girîng jî lêkolîn bike bê fezleke li ser çalakiyekê ye, ya jî li ser destnedana mafê axaftinê ye.

Bi 3-4 awayî firsenda parastinê ji parlamenteran re hatiye dayin. Li Civaga Giştî jî mafê parastinê yê parlamenteran heye. Der barê her fezlekeyê de bêyî sînorê demekê li pêşî bê danîn, dikare parastina xwe bike. Armanc ji vê yekê ew e ku li pêş çavên raya giştî bê eşkerekirin bê parlamenter bi çi tê sûcdarkirin û eger parlamenterê derkeve pêşberî dadgeriyê, divê raya giştî di vê der barê de xwedî agahî be. Wekî din, mafê parastinê ji bo her fezlekeyê, qonaxa destpêkê ya darizandinê ye. Yanî mafê parastinê li vir dest pê nake, li Meclîsê dest pê dike. Lewma mafê me yê parastinê hatiye binpêkirin. Eger serî li rêziknameya navxweyî bihata dayin, her parlamenter wê xwedî mafê serlêdanê be. Ji ber ku sererastkirin li ser guhertina destûra bingehîn hatiye kirin, diviyabû 11 wekîlan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidan û ji ber ku guhertina hate kirin li dijî destûra bingehîn e û mafê parastinê hatiye binpêkirin, wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn an jî dadgeha herêmî bihata dayin. Yekane derfeta li ber destê me ew e, ku dadgeha herêmî vê rewşê cidî bibîne û bibe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.

Dema ku destnedana parlamenteran tê rakirin heta dawiya serdemê tê rakirin. Ji çend fezlekeyan destnedan were rakirin heta dawiya serdemê tê rakirin. Dema ku parlamenter diçe saziya darazê divê destnedan nebe. Heke destnedan hebe saziya darazê nikare tiştekî bike. Ji bo ve jî heta dawiya serdemê tê rakirin. Heke nehatibe rakirin şaşiyeke mezin heye. Li vir dehbetiyek heye. Em dixwazin xala 83’an bi temamî were rakirin. Lê ji bo ku parlamenterên desthilatdariyê ji xwe ditirsin parlameterên HDP’ê destnîşan kirin, sîstemeke siyasî ya vekirî ava kirin û şaş ava kirin. Ez dixwazim ji we bipirsim; niha destnedana min heye yan na? Destnedana min heye. Bi qasî ya Bînalî Yildirim heye. Mînak ez heqaretê li dadgehê bikim tekane tişta ku hûn dikarin bikin ew e ku fezlekeyê amade bikin û bişînin Meclîsê. Niha ku bixwazim ji vir birevim hûn nikarin tiştekî bikin. Destnedana min berepaşkî rakirin. Destnedan berepêşkî tê rakirin.

Ji bo min û hevalên min bi bayê bezê, verastkirineke çawalêhato, ji hêla hiqûqî ve jî dîroka siyasî ve jî şepirze ava kirin. Ev jî Serokê Komîsyona Destûrê Mustafa Şentop di kulîsên meclîsê de got. Got em dizanin ev dijî destûre ye lê Serokê Giştî xwest û me jî bi lez ev kir.

Ji bo ku bi îdîanameyên wiha çawalêhato em muxatab nebin destnedan heye. Heke tiştekî li dijî destûrê hebe divê ev were kontrolkirin, tekana rêya kontrolkirina vê jî ew e ku hûn vê rewşê bibin Dadgeha Destûrê.

Hêleke dî: ez ji 3 endamên hilbijartina serokkomariya Tirkiyê yek jê me. Di dosyayeke wiha de dadgerê cezayê eslî wê çi bikin? Divê barê wiha giran li cezayê giran, li cezayê eslî nekin. Çawa ku misteşarê MÎT’ê, Serekerkan li daraza bilind têne darizandin, ez dixwazim hûn mijara ku Parlamenter jî li dadgehên bilind werin darizandin bibin Dadgeha Destûrê. Piştî ku di vê mijarê de biryara navberê hate standin ez ê parastina xwe bidomînim."

Demîrtaş piştî ku dadgehê fikra xwe ya li ser biryara navberê da wê parastina xwe bidomîne.

Rûniştin taloqî 17’ê Gulana 2018’an bû.