Demîr berî birîndar bibe axivî: Divê sînor vala neyê hiştin
Demîr berî birîndar bibe axivî: Divê sînor vala neyê hiştin
Demîr berî birîndar bibe axivî: Divê sînor vala neyê hiştin
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Semra Demîr ku ev meheke li ser xeta sînor li dijî êrîşên DAIŞ'ê nobed digirt, berî bi bombeya gazê ya leşkeran birîndar bibe nobeda mehekê nirxand. Demîr ku hînê jiyana wê di xeteriyê de ye, da xuyakirin ku berxwedan wê dewam bike û bang li tevahiya gelê Kurd û gelên cîhanê kir ku xwedî li têkoşîna mirovahiyê ya li Kobanê derkevin û sînor vala nehêlin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Semra Demîr a li Pirsûsê nobed digirt, nobeda berxwedanê ya mehek li dû xweşt, beriya bombeya gazê ya leşkeran duh ji ajansa me re nirxand. Demîr a bi roj behsa berxwedanê, bi şev bû hedefa leşkeran. Her wiha tîmên taybet di nava rojê de wesayîta wan sekinand û jê re got, "Hûn çalakiyê organîze dikin", gef lê xwar û tê gotin ku leşkeran bi zanebûn li Demîr dane. Demîr a ku ji ber kapsula bombeya gazê ya leşkeran li serî ket bi giranî birîndar bû, xwîn rijiya ser mejiyê wê û heta vê kêliyê xeteriya li ser jiyana wê dewam dike.
'JI BO KOMKUJÎ RÛ NEDE EM HATIN SER SÎNOR'
Semra Demîr meheke nobeda berxwedanê ya li ser xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê ya li qada 30 km'yî ji ajansa me re nirxand û anî ziman ku ji 15'ê Îlonê roja dijwarbûna şer û vir ve li ser sînor nobedê digirin. Demîr da xuyakirin ku ji bo mîna Şengalê komkujiyeke din rû nede wan li ser xeta sînor kon vedane û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li hemberî hişyarî û hestyariya gel, êrîşa dewletê jî di asta herî bilind de bû. Gel nexwest gundên Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê lê ye biterikîne. Lê belê li gorî agahiyên gihaştin ber destê me ji gelek nuqteyên li ser sînor çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê dibin. Li hemberî vê yekê, li hemû gundên ku dibe çete jê derbas bibin, gelê me bicih bû. Li her cihê gelê me lê bicih bû jî, şîdeta psîkolojîk û fîzîkî ya dewletê dewam kir."
'EGER HÛN BIÇIN EWLEKARIYA JIYANA ME NAMÎNE'
Demîr diyar kir ku wê bi xwe ji topên hawanê yên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Bedhê ku li rojhilatê Pirsûsê ye şahidî kiriye û got, "Li gundê Bedhê yê lê dimam, nêzî 50 topên hawanê avêtin. Gundiyan zerar dîtin. Hin jê birîndar bûn, hin jê malên wan şewitîn, heywanên wan telef bûn. Li cihê gund ê em lê bicih bûbûn, tevî ku em ne di menzîla çekên DAIŞ'e de bûn jî topên hawanê digihan herêma me û vê yekê rê li ber fikara 'gelo dewlet van topan diavêjin' vekir. Ev yek rêbazeke şerê psîkolojîk bû, bi awayekî vekirî ji me re digotin vê xeta sînor biterikînin, digotin; gelê Kobanê rastî komkujiyê bê jî ji vir peyama destekê nedin. Tevî gelê ji derve hat hewl didan şêniyên van gundan jî ji herêmê derxînin. Lê gelê gelê li gundên li ser sînor ji me re digotin, me neterikînin, eger hûn biçin ewlekariya jiyana me namîne."
'GUNDÊN STRATEJÎK ÊN LI SER SÎNOR HATIN VALAKIRIN'
Demîr da zanîn ku ji bo pêşî li derbasbûna çeteyan ji sînor bigirin wan ew nobedê digirin, lê belê êrîşa bênavber a leşkerên Tirk a li dijî gel, pirsan dixe hişê mirovan û destnîşan kir ku hemû gundên stratejîk ên li ser sînor hatine valakirin. Demîr wiha axivî: "Sedemeke bi tenê ya valakirina gundan hebû. Desteka lojîstîk û pêşîvekirina li çeteyên DAIŞ'ê ji bo ji sînor derbas bibe, bû. Gundê Etmanek gundekî gelekî stratejîk e û gel di wê baweriyê de bû ku sedema yekane ya valakirina wî gundî, desteka ji bo DAIŞ'ê bû. Gelê li ser sînor nobed girt, di heman demê de bi hawara Kobaniyên rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin ve çû. Gotina 'Me hembêza xwe li Kobaniyan vekir' a Serokwezîr Ahmet Davûtoglû tê bîra min, lê Kobaniyên ku dîtin ew hembêza li wan hatiye vekirin çiqasî wan diêşîne, careke din xwe li sînor dan û vegeriyan Kobanê ya di bin şer de ye. Yên mayî jî bi tenê bi alîkariya gel û şaredariyên me li ser piyan e."
DI BERXWEDANA KOBANÊ DE JIN LI REFÊN PÊŞ IN
Demîr diyar kri ku li gel têkoşîna gel a li Kobanê dewam dike, berxwedana jinê heye û anî ziman ku her kesê dilê wê/î ji bo mirovahiyê lê dide li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Kobanê ne. Demîr got, "Li her du aliyên sînor, serpêhatiyeke berxwedanê heye, pêşengiya vê berxwedanê jî jin dikin, ev rastiyeke. Jin di kesayetiya Kobanê de têkoşîna jiyaneke nû dimeşînin. Ji ber ku yên di serî de naxwazin xaka xwe biterikînin jin in. Ji ber vê yekê li refên herî pêş têdikoş in û gelek cenazeyên hevalên me yên şehîd ên jin tên. Tevî dewleta Tirk a digot, 'Kobanê li ber ketinê ye' gelê Kobanê û şervanên azadiyê bi çekên herî kevin, li ser piyan man. Gelê Kobanê nîşanî tevahiya cîhanê da ku planên dagirkirina bi destê çeteyan a hêzên derve hatiye pûçkrin. Her çend hin radibin hewl didin berxwedana Kobanê bi awayekî îllegal nîşan bidin jî, yên Kobanê dagir kirine, terorîstên mêtînger in. Gelê Kobanê ders da tevahiya cîhanê û niha ji her bawerî, nîjad û nasnameyê mirov hene ku ji tevahiya cîhanê tên dixwazin li cem gelê Kobanê cih bigire."
'DIVÊ SÎNOR NEYÊ TERIKANDIN'
Demîr got, "Heta Kobanê azad bibe, nobeda me ya berxwedanê wê dewam bike. Tevî êrîşên leşkeran jî, em ê rê nedin çeteyên DAIŞ'ê ku sînor bikar bîne" û di serÎ de gelê Kurd bang li tevahiya gelên cîhanê kir ku xwedî li têkoşîna mirovahiyê ya li Kobanê derkevin û xeta sînor vala nehêlin.