'Dema ku operasyona MÎT'ê ya li dijî PKK'ê têk çû, em sûcdar kir'

Berdevkê YNK'ê Sedî Ehmed Pîrê got, "MÎT'ê xwest li Silêmanî operasyonê li dijî PKK'ê bike û ji ber ku ev operasyon têk çû, nûnerê me yê Enqereyê Behroz Gelalî dersînor kir."

Berdevkê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Sedî Ehmed Pîrê, li ser dersînorkirina Nûnerê YNK'ê yê li Enqereyê Behrîz Gelalî, ji Servîsa Kurdîya Dengê Amerîka (VOA Kurdî) re axivî.

Berdevkê YNK'ê û endamê Polîtburoyê Sedî Ehmed Pîrê anî ziman, dewleta Tirk hewl daye li Silêmanî li dijî PKK'ê operasyonekê bike û ji ber ku operasyona wan li bin ketiye, YNK sûcdar kirine.

OPERASYONA BINKETÎ YA MÎT'Ê

Sedî Ehmed Pîrê ragihand, MÎT'ê hewl daye li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê operasyonekê li dijî PKK'ê bike û got, "MÎT'ê li herêmeke di kontrola YNK'ê de li dijî PKK'ê operasyonek kir. Lê ev operasyona wan bi ser neket. Vê operasyonê zerar da Tirkiyeyê. Ji ber ku YNK'ê piştgirî neda vê operasyonê, Tirkiye YNK'ê sûcdar dike. Ya yekemîn, mafê Tirkiyeyê nîne ku li welatekî din operasyonê bike. Ya duyemîn, agahî nedane kesî. Wan bi xwe ev operasyon kirine û li bin ketine. Li şûna ku li vê têkçûna xwe mikur bên, senaryoyek çêkirine û vê binketina xwe vedişêrin. Dersînorkirina Behrûz Gelalî ji ber vê sedemê ye."

XWEST OPERASYONÊ LI SILÊMANÎ BIKE

Pîrê li ser cihê ku Tirkiyeyê hewl da operasyonê lê bike ev agahî da: "Cihê ku MÎT'ê xwest operasyonê lê bike, nava Eyaleta Silêmanî ye. Lê belê ez agahiyên berfireh ên vê nabêjim. Her wiha mijara Behrûz Gelalî, ji ber destekdayina HDP û Rojava ye. Ev sûc nîne. Ev mijar mijarên neteweyî ne û ji ber vê yekê jî em poşman nînin. YNK'ê ji ber siyaseta xwe ya Kurdistanî ku li hemberî dewletên cuda meşand, gelek caran berdêl da. Ev jî tenê yek ji wan berdêlan e."

'EM BI ÇAVÛŞOGLÛ RE AXIVÎN'

Ji bo pirsa "Li hemberî nêzîkatiya dewleta Tirk wê helwesta YNK'ê çawa be?" Pîrê got, "Li ser mijarê ez û Qûbat Talabanî me li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re axivîn. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê hene. Hêvîdarim wê di demeke kin de çareser bibe."

70 KESÊN DIN HATIN DERSÎNORKIRIN

Wekî din, ji Daîreya Koçê ya Başûrê Kurdistanî Celal ji qenala televîzyonê ya NRT a Başûrê Kurdistanê re axivî û anî ziman, piştî ku dewleta Tirk Gelalî dersînor kir, 70 kesên din ên ji Silêmanî hatine dersînorkirin. Tê gotin, di nava kesên hatine dersînorkirin de jin û zarok jî hene.

Daxuyaniya Sedî Ehmed Pîrê ya ji VOA Kurdî re kir, li vê lînkê dikare bê guhdarîkirin:

https://www.dengeamerika.com/a/pire_gelali/3998740.html