DEM Partî: Em ferzkirina ‘lêgerînê’ ya ji bo Demîrtaş red dikin

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê ferzkirina “lêgerîna ji bo şikandina rûmetê” ya ji bo siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê bi rengekî bêhiqûqî tê dîlgirtin, şermezar kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya dayî de wiha got: “Hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş dema diçe hevdîtinê û tê, pêkanîna lêgerînê lê tê ferzkirin. Ev yek ji aliyê parêzerên wî ve ji raya giştî re hate ragihandin. Em vê ferzkirina bêhiqûqî û ‘şikandina rûmetê’ ya li hemberî Demîrtaş red dikin. Ev zextên ku li girtîgehan zêde bûne, bi armanca astengkirina xebatên me yên hilbijartinê tên kirin. Berpirsên van zextan Wezareta Edaletê û desthilatdarî ye.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Weke DEM Partî em xebatên xwe yên hilbijartinê bi kampanyayekê dimeşînin ku kesên ji nav me hatine hilbijartin û hevalên me yên girtî jî beşdar dibin. Divê bê zanîn ku bi van bêhiqûqiyên li dijî rûmeta mirovahiyê, DEM Partî nayê rawestandin.

Em bang dikin ku pêkanînên dermirovî yên li dijî Demîrtaş û hevalên me yên li girtîgehan, demildest bi dawî bibin. Em bang li muxalefeta demokratîk û raya giştî jî dikin ku li dijî van bêhiqûqiyan rabin û em bi hev re têbikoşin.”