De Groote: Ji bo grevên birçîbûnê pêwîstî bi hişekî hevbeş heye
Seroka Parlamenta Frankofon a Brukselê Julie De Groote got, grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin divê veguherin hişekî hevbeş.
Seroka Parlamenta Frankofon a Brukselê Julie De Groote got, grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin divê veguherin hişekî hevbeş.
Serok Parlamenta Frankofon a Brukselê Julie De Groote, ku roja Pêncşemê malovanî ji konferanseke li ser trajediya jinên Êzidî re kir, li ser grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya wekîla HDP'ê Leyla Guven dest pê kir, ji ANF'ê re axivî.
De Groote got, "Pirseke giran e, balê dikişîne ser xemsariya me."
De Groote diyar kir, divê beriya her tiştî baş bê fêhmkirin bê mesajên wan çi ne û got, "Ji ber ku dibêjin, ew amade ne biçin heta dawî."
PÊWÎSTÎ BI HIŞEKÎ HEVBEŞ HEYE
De Groote wiha dewam kir: "Dibe ku bê gotin, 'em ne ji heman civakê ne, lewma me eleqedar nake'. Konferansa Êzidiyan a îro (Pêncşem) li parlamentê hate lidarxistin, nîşan da ku hişê mirovan şexsî nîne. Divê hevbeş be."
Di konferansa der barê trajediya jinên Êzidî de nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, dîroknas, hiqûqnas û du jinên Êzidî axivîbûn. De Groote û parlamenter Viviane Teitelbaum piştî konferansê ji ANF'ê re axivî bûn û gotibûn, ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan wê li parlamentê bikevin nava hewldanan.
WÊREKIYEKE MEZIN E
De Groote diyar kir, çalakiyên greva birçîbûnê divê veguhere hişekî hevbeş û got, "Ji bo ev yek bi cih were anîn, pêwîste hevbeş be. Em tevlî bibin tevlî nebin jî, daxwazên van jinan divê werin bihîstin."
De Groote got, "Di mijara greva birçîbûnê de em dibînin ku wêrekiyeke mezin heye û wiha dewam kir: "Di heman demê de mirov bêzar dibin. Ji bo jiyana xwe ji dest nedin divê em karibin rawestînin."
De Groote ragihand, divê medya vê mijarê bixe rojeva navneteweyî û got, "Naxwe wê ji nedîtî ve bê û nêzîkatiyeke xemsar were nîşandan."
JI BO DIYALOG BÊ DANÎN DIVÊ DU KES HEBIN
De Groote anî ziman, ji bo li Tirkiyeyê rêya diyalogê vebe, beriya her tiştî divê du aliyên diyalogê hebin û di vê mijarê de got, "Ji bo diyalog bê danîn pêwîstî bi du kesan heye. Ji aliyê etîmolojîk ve peyva diyalogê hebûna du kesan ferz dike."