Hevjîna Nîhat Aydogan yê hatiye windakirin Halîme Aydogan di çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Şemiyê de axivî û wiha got: "Cihê hestiyên wan nîşanê me bidin em ji wan re gorekî çêkin. Ji bo rojên înê em li ser dua bikin, bila gorekî me jî hebe." Meral Şahîn diyar kir ku, bi sedan mirov ji aliyê Eşîra Bucakan ve hatine kuştin û got ku li gel hemû têkiliyên Bucakan û dewletê hatine belgekirin jî tu kes hêj nehatiye darizandin.
Dayîkên Şemiyê wekî her hefte vê hefteyê jî di 403'emîn hefteya çalakiya xwe de bi daxwaza zelalkirina aqûbeta kesên hatine windakirin bi pankarta "Kiryar diyarin, windakirî li kune" li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qurnefîl hilgirtin. Li ser navê dayîkan hevjîna Fehmî Tosun yê di 1995'an de hatiye windakirin Xanim Tosun di çalakiyê de axaftinek kir.
Tosun di axaftina xwa de got ku, êdî ew di çalakiyên xwe de çîroka windayan venabêjin û wiha domand: "Ev bi salane ji bo zelalkirina aqûbeta windayan em çalakiyê lidardixin. Di hefteya mafe mirovan de jî li vî welatî bi dehan kes hatine girtin. Ji bo ku tu kes winda nebe em her hefte tên vê derê. Îro ji bo mirovahiyê em li vê derê rûdinên. Lazime hemû kes û derdor piştgirî bidin me."
Piştî Xanimê hevjîna Nîhat Aydogan yê di sala 1994'an de di binçav de hatiye windakirin Halîme Aydogan mafê axaftinê girt. Aydogan jî di axaftina xwe ya bi kurdî de bang li kesên hevjînê wê windakirine kir û wiha axivî: "We hevjînê min winda kir, başe hûn çima qe nebe hestiyên wî nadin min. Ez baş dizanim ku hûn cihê hestiyên hevserê min baş dizanin. Ji bo xatirê zarokên min ên bê bav mane! cihê hestiyên hevjînê min min nîşanê min bidin. Ji ber ku her şemiyê li vir, bi wêneyên hevjîn radiwestim tu carê ez bêzar nebûme û nabim jî. Cihê hestiyên wan nîşanê me bidin em ji wan re gorekî çêkin. Ji bo rojên înê em li ser dua bikin bila gorekî me jî hebe."
'TÊKILIYÊN BUCAK Û DEWLETÊ HATINE BELGEKIRIN LÊ DARIZANDIN TUNEYE'
Birayê Hasan Ocak yê di sala 1995'an de di bin çav de hatiye windakirin Alî Ocak jî bal kişand ku, di salên 90'an de kesên xizmên wan winda kirine îro di meqamên paye bilind yên dewletê de hatine peywirdarkirin. Ocak destnîşan kir ku, di salên 90'an de mirov dihatin windakirin lê îro jî bi heman şiklî tên girtin û wan diavêjin girtîgehan.
Piştî axaftinên xizmên windayan daxuyaniya vê hefteyê ji Dayîkên Şemiyê Meral Şahîn xwend. Şahîn di axaftina xwe de çîroka Ahmet Kalper yê di sala 1993'an de li Rihayê ji aliyê Eşîra Bûcakan ve hatiye windakirin vegot û bi bîr xist ku, dema hatiye windakirin Kalper endamê Rêxistina DEP'ê yê Navçeya Sêwêrekê bû.
Şahîn bi lêv kir ku malbata Kalper gelek caran serî li saziyên dewletê daye, lê her caran ev serdan bê bersiv hatine hiştin. Şahîn di berdewamê de ev tişt lê zêde kir: "Tu carê qebûl nekirin ew hatiye binçavkirin. Endamên malbatê yên ji bo serdanê çûn cem saziyên dewletê jî dihatin binçavkirin. Serdanên malbatê her tim bi hincetên cur be cur dihatin redkirin."
Şahîn diyar kir ku, Kalper ji aliyê Eşîra Bûcak, Cendirme, Walîtî, Polîs û dozgeriyê ve hatiye windakirin. Şahîn dîsa dûbare kir ku wan hemû belgeyên di derbarê têkiliyên Eşîra Bûcak û dewletê de ji cihên pêwîst re şandiye lê tu kes hêj nehatiye darizandin.