Dayikên şemiyê li aqûbeta windayan pirsîn

Dayikên Şemiyê, di hefteya 819’emîn a çalakiya xwe de, xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên li Şirnexê dema destgîrkirî bûn, hatibûn windakirin û dûre cenazeyê wan hatin dîtin, bên darizandin.

Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 819’emîn de çalakiya xwe, ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Di çalakiyê de, hat xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) ên di 12'ê kanûna 1991’an de, li gundê Çûkûlû yê girêdayî Navçeya Hezex a Şirnexê hatin binçavkirin û dûre cenazeyê wan hatibûn dîtin bên darizandin. 
 
Kurê Îbrahîm Demîr, Metîn Demîr, dest pê kê axivî û wiha got: “Ev 29 sal in em li aqûbeta windahiyên xwe digerin. Dema ku bavê min û apê min xwestin bên gund, endamên JÎTEM’ê pêşiya wan girtin û destgîr kiribûn. Di encama lêgerînê de me cenazeyên wan di şikefteke berê de dît. Bavê  min bi îşkencê qetil kiribûn. Apê min jî bi çekê. Ji wê rojê û şûnde em li faîlên wan digerin û dixwazin bên darizandin. Lê heya roja îro tu tişt nebû. Em dixwazin faîlên wan bên dîtin. Ger 8 hezar û 19 heftî jî derbas bibin, em ê dîsa li qadan bin û bixwazin bersûcên wan bên darizandin û ceza kirin.”
 
Dûre keça Agît Akîpa Sûzan Akîpa mafê axaftinê girt. Akîpa, diyar kir ku wê qet bavê xwe ne dît û wiha bilêv kir: “Dema ku bavê min qetil kirin, ez nû ji dayik bibûm. Ji ber vê jiyana bi bavê min re çawan bû ez nizanim. Lê têkoşîna dayik min a lêgerîna edalet û hiqûqê her tim hêz da min. Ev jî ji bo min pir bi nirxe.”
 
Kurê Agît Akîpa Fehmî Akîpa jî, bal kişan ser qetilkirina bav û apê xwe û wiha axivî: “Bav û apê min bûn qûrbanên cînayetên kiryar ne diyar. Lê faîl eşkere ne. Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Karê Hûndir û hemû rayedarên wê demê berpirsê cînayetên van mirovan e. Bi salan derbas bibe jî, wê ew roj ji bîra me neçe. Emê her tim têkoşîna xwe dewam bikin. Em li benda edaletê ne.”