Dayîkên Şemiyê: Her windahiyek êş û janeke
Dayîkên Şemiyê: Her windahiyek êş û janeke
Dayîkên Şemiyê: Her windahiyek êş û janeke
Dayîkên şemiyê di 454. hefteyê de li hev civiyan û aqûbete windahiyan pirsîn. Keça Huseyîn Taşkaya Serpîl Taşkaya çîroka windabûna bavê xwe vegot û diyar kir ku bavê wê li Sêwerek dibinçavde hat windakirin û her windahiyek êş û janeke û wiha got: "Ez hêj 7 salî bûn bavê min windakirin. Min çikiribû ku vê dewletê berdêlek wisa bi min da dayîn?"
Li Stenbolê Dayîkên Şemiyê û xizmên windahiyan ji bo ku kiryarên windahiyan bê ditin û darizandin di 454. hefteyê de li ber Qada Galatasarayê hatin gel hev û aqubeta windahiyan pirsîn. Di çalakiyê de panqarta "Kiryar diyarin û windahî li kuderêye" hat hilgirtin. Di çalakiyê de wêneyên windahiyan û qurnefîlên sor hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hûseyîn Taşkaya yê ku di sala 1993'an de li navçeya Sêwêreka Rihayê di binçavkirinê de hat windakirin hat vegotin û aqûbeta wî hat pirsîn. Di çalakiyê de nameyên ku Taşkaya dema ku di salên 1980'an de li girtigehêdebûye ji zarokên xwe re şandibû danîn ser panqartê.
QETLIYAMA GEVERÊ HAT ŞERMEZAR KIRIN
Di çalakiyê de hevsera Fehmî Tosun Hanim Tosun diyar kir ku ev du mehin naxwazi bi axive lê ji ber ku îro birînên wî yên ku kalik girtiyê carek din hat der kirin axiviye. Tosun bibîr anî ku duh li Geverê du welatî bi guleyên polîsan hatin qetilkirin û wiha got: "Ez vê bûyerê şermezar dikim. Devê Polîsên AKP'ê ji xwe şerm bike. Em ji bo ku êş neyên kişan din bi salanin li vir çalakiyan pêktînin. Her roj êşên nû bi me didin jiyandin lê Serokwezîrê vî welatî behsa aştiyê dike, aşti wiha pêknayê em vê yekê qebûlnakin. Li Geverê polîs bi fermana Serokwezîr guleyan berdidin. Ger Erdogan vê fermanê nede tu polîsek bi tena serê xwe vê yekê nake. Dê destê me di histuvanga dewletê debe û emê hêsab pirsîna ev êşên ku bi me didekişan di berdewam bikin."
'MIN ÇIKIRIBÛ KU VÊ DEWLETÊ BERDÊLEK WISA BI MIN DA DAYÎN?'
Birayê Huseyîn Taşkaya Faîk Taşkaya jî bibîr anî ku ev 20 sale birayê wî hatî windakirin lê hîn jî aqûbeta birayê xwe hînebûnin. Taşkaya diyar kir ku birayê wî di nava gelda dihat hezkirin lê pergalê ji nasnameya wiya mûxalîf nerihat dibû û wiha got: "Pergalê çawa ku hemû kesên mûxalîf winda kir birayê wî jî windakiriye." Taşkaya ji malbata welatiyên ku bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.
'20 SALE EZ LI BAVÊ XWE DIGERIM'
Keça Huseyîn Taşkaya Serpîl Taşkaya jî diyar kir ku 20 sale li qadan ji bo ku hestiyê bavê wê bê dîtin têdikoşe û wiha got: "Dema bavê min di girtîgehê de bû ji birayên min re name rêkiriye lê tu nameyek ku bavê min ji mir re şandiye nîne. Her windahiyek êş û janekî ye. Ez hêj 7 salî bûn bavê min windakirin. Min çikiribû ku vê dewletê berdêlek wisa bi min da dayîn." Dema çîroka bavê xwe vegot demên hestyarî hat jiyandin. Taşkaya diyar kir ku bila aqûbeta bavê wî bê diyar kirin.