Dayikên Şemiyê: Tu kes nikare me bêdeng bike!

Dayikên Şemiyê ji bo cangoriyên di Qetlîama Basayê ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kirin, li hev civiyan. Dayikan peyama “Tu kes nikare me bêdeng bike” dan û wiha gotin; “JÎTEM dike, diavêjin li ser PKK’ê.”

Dayikên Şemiyê û bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 772’an de xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê polîsan dîsa dayik asteng kirin. Li ser vê yekê dayik dîsa hatin li Kolana Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Dayikan wekî 72 hefteyên borî dîsa li pêş avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan dîsa tîşortên wêneyê windayan li ser heye li xwe kirin. Vê hefteyê Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy û parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu amade bû.

‘BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN BÊ CEZA DIMÎNIN’

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got: "Vê hefteyê ji bo em komkujiya Basayê ku tê xwestin ser wê bincil bikin û kujeran biparêzin, bibîr bînin li hev kom bûne. Di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de binpêkirinên giran ên mafên mirovan bê ceza tên hiştin. Em dibînin înkar didome. Ji bo binpêkirin bê ceza neyê hiştin û hesab ji wan bê pirsîn, kujer bên darizandin û cezakirin em li hev kom bûne. Li Tirkiyeyê binpêkirin bi destê rayedarên dewletê pêk tê, bi awayekî çalak nayê darizandin û nayên cezakirin.”

Yollerî anî ziman ku ew komkujiya Basa ya 24 sal berê pêk hat ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin û wiha got: “Ev bûyer li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî hat xuyakirin. Li gorî rapora şahidan û heyetê; "Di 10-12'ê Çileya 1996'an de eskeran bi ser gundên Çevrîmlî û Yataganê yên Basaya Şirnexê de girtin. Di serdegirtina gundan de welatî Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Ali Nas, Neytullah Îlhan, Halit Kaya û Ramazan Oruç destgîrkirin. Birin Tabûra Eskerî ya Cendirmeyan a Taşkonakê. Cendirme, di 15'ê Çileya 1996'an de li Keyayê Koçyurduyê û di heman demê de cerdevan Mehmet Onerî geriyan û diyar kir ku yên hatine destgîrkirin wê wan serbest berde. Xwest dolmîşekê ji wan re bişîne. Oner ê ket nava şikan, ajokar bi tenê neşand. Li gel ajokar cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemir şandin. Dema ajokar Ramazan Nas bi dolmîşa plakeya wê 56 AH 320 çû Tabûra Fermandariya cendirmeyan a Taşkonakê, di rêde rawestandin û kuştin. 4 cerdevan û 6 gundî bi giştî 10 kes kuştin û bedena wan bi qoltixên maşîneyê ve girêdan û şewitandin. Ewil gulebaran kirin û piştre şewitandin. Ajokarê dolmîşê ku xwest bireve piştre eskeran gule li ser wî reşandin û kuştin. Beden teslîmi malbatan nekirin. Piştre ji aliyê eskeran ve bi komî difin kirin." 

‘NE PKK HEZÊN DEWLETÊ EV KOMKUJÎ PÊK ANÎN’

Yollerî, bal kişand ser manipulasyona bûyerê û wiha lê zêde kir: "Serfermandariya Artêşê di 16'ê Çileya 1996'an de li gel hin rojnameger bi helîkopterê çûn Bassa. Serbaz Oguz Kalelîoglu li cihê bûyerê daxuyanî da rojnamegeran û got: ‘PKK'ê ev komkujî pêk anî. Agirbesta ku îlan kiribûn xerakirin. Li cihê buyerê tenê 20 deqîqeyan rawestiyan. Destûr nedan ku gundî û şahidên bûyerê biaxivin. Piştre heyeta ku ji ÎHD'ê û Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê çûn cihê bûyerê. Agahiyên ku şahidan dan li dijî agahiyên serbaz bûn. Li gorî lêkolînê derket holê ku ne PKK'ê hêzên dewletê ev komkujî pêk anîye. Malbatan serî li DGM'ya Amedê, Walîtiya OHAL'ê û Serfermandariyê dan. Lê encam nehat aşkerekirin. Hemû serlêdan û hewldan bê encam man. Bûyer birin DMME'ê. DMME'ê Tirkiye mahkum kir. Di sala 2009'an de Wezîr Adnan Ekmen, got: 'Dema bûyer hat lêkolînkirin dewlet derket' Karê JİTEM'ê bû. Di sala 2012'an de Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Şirnexê Serbaz Ozcan Tozlu, di darizandina Ergenekonê de dema wekî şahid îfade da dadgehê, got ‘Beyî destûra eskeran çûk nedihat firandin. Komkujiya Basayê bi destûra Fermandarê Tugaya Piyade ya Akçayê Serheng Selahattin Ugurlu pêk hat. Di çavdêriya tîmê Rizgarkirin û Lêgerîna Muharebe ya Serheng Levent Goktaş de pêk hatiye. Ji aliyê Ahmet Ozalp û 6 cerdevanên xizmên wî pêk hatin. Lê heta niha kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin."

‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’

Keça Ahmet Kaya Emine Kaya Erbek jî axivî û wiha got: “Êdî bes e. Ev dê heta kengî wisa bidome. Em êdî nikarin vê yekê rakin. Em êdî edaletê dixwazin. Lê li vî welatî edalet tune ye. Em li vir dikin qêrîn. Lê kesê dengê me bibhîze tune ye. 25 sal in em li hestiyên xwe digerin. Hestiyên me jî nadin me."

Neviya Ahmet Kaya Fatma Kaya jî helbest xwend.

Dayika Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe jî axivî û wiha got: 25 salin em li edaletê digerin. 25 salin Ferhat Tepe û windayên din hêj nehatine dîtin. 25 salin em dikin qêrîn. Lê dewlet wekî ker e û lal e."

Çalakî bi axaftinan bi dawî bû.