Dayikên Şemiyê li aqûbeta Morsumbul pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 757'an hatin cem hev, li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn ku 18'ê Îona 1980'yî hatibû nebedîkirin.
Dayikên Şemiyê cara 757'an hatin cem hev, li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn ku 18'ê Îona 1980'yî hatibû nebedîkirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin cara 757'an li Meydana Galatasarayê hatin cem hev. Li gel astengiya polîsan jî xizmên windayan, li ber şûbeya ÎHD'ê ya Stenbolê hatin cem hev, dema çalakiyê wekîlên HDP'ê Omer Ocalan, Oya Ersoy, Ahmet Şik û gelek nûnerên prtiyên siyasî û saziyên demokratîk ên girseyî hazir bûn.
Vê heftiyê keça Fehmî Tosun Besna Tosun axivî, ku bavê wê dema ku hatibû destgîkirin hate nebedîkirin. Tosun got, ''Heke dadmendî di yasa, rêveberî û darazê de nebe, li wir dewleta hiqûqê tine. Heke mîna 'dadmendî hîmî dewletê ye' ya li dîwarên dadgehan be, hîmê dewleta Tirk riziyaye.''
Tosûn li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsî ku li Çewlikê beriya bi 39 salan dema ku xwendekarê lîseyê bû dema destgîrkirinê hate nebedîkirin. Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, 18'ê Îlona 1980'yî polîs û leşkeran li Çewlikê bi ser mala Morsumbul de girt, Huseyîn Morsumbul ê ku xwendekarê lîseyê bû hate destgîrkirin û malbat nema careke dî bi ser şopa Morsumbul de bû.
Tosûn got, ''Bav Hanefî Morsulmbul êşkenceyeke giran lê hate kirin. Fatma û Hanefî Morsumbul çûne dozgeriya leşkerî û îfade dan, gilhê berpirsan kirin lê têkilî nebedîkirina Huseyîn ti tişt nehate kirin.''
Tosun got parêzerên ÎHD'ê 2011'an li gorî gilih ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê ve lêpirsînê dest pê kiriye lê bi hinceta ku di ser bûyerê re gelek wext derbas bûye, biryar li ser hatiye standin ku ''hewceyî bi şopandinê tine'', 2015'an îtîraz li vê biryarê hatiye kirin lê hê bi encam nebûye.
Tosun diyar kir têkilî nebedîkirina Huseyîn Morsumbul Fermandarê Bolûka Jandarma ya Navendê ya Bajêr a Çewlikê Durmuş Çoşkun Kivrak, Fermandarê Alaya Bajêr a Çewlikê Beşîr Akin û hemû aktorên darbeya 12'ê Îlonê berpirs in.