Dayikên Şemiyê ji bo Yûsûf Erîştî hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Erîştî pirsîn ku di sala 1991'an de ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta kesên xwe yên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine windakirin û qetilkirin û darizandina kujeran çalakiya xwe ya 990’î li Qada Galatasarayê pêk anîn. Çalakî bi piştgiriya parêzvanên mafên mirovan pêk hat û di çalakiyê de Dayikên Şemiyê wêneyên windayan hilgirtin û di daxuyaniya çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Yûsûf Erîştî hate pirsîn. Erîştî di 14’ê Adara 1991’an de li derdora Belgradkapîya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin.

Xwişka Yûsûf Erîştî Sevîm Erîştî bi girî anî ziman ku bavê wê heya dawiya emrê xwe ji bo dîtina birayê wê li ber xwe daye.

Çalakî li Qada Galatasarayê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.