Dayikên Şemiyê ji bo Ahmet Ustun li hev civiyan

Dayikên Şemiyê di hefteya 743’an a çalakiya xwe de ji bo Ahmet Ustun hatin ba hev ê ku di sala 1994’an de li Cizîrê hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û darizandina faîlan, di hefteya 743’yemîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê kom bibin. Polîsan carek din dayik asteng kirin. Dayikan li ser vê yek çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Parlementerên HDP’ê yên Stenbolê, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, gelek siyasetmedar, aktîvîst û welatiyan piştîgirî dan çalakiyê. Kesên tevlî çalakiyê bûn, tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, wêneyên windayan û qurnefil hilgirtin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Ahmet Ustun hat pirsîn ê ku di Nîsana sala 1994’an, li Cizîrê ji aliyê kesên çekdar hatibû destgîrkirin û piştre agahî jê nehatibû stendin. 

Endama ÎHD’ê Masîde Ocak daxuyaniya vê hefteyê xwend.

Ocak, diyar kir ku ev 743 hefte ne ew li aqûbeta mirovên xwe dipirsin yên ku piştî hatibûn destgîrkirin hatine windakirin. Ocak got ku: “Ev mafê me di tu şert û mercan de tune nayê hesibandin. Ji bo ev mafê me neyê redkirin, em li kolana li aqûbeta windayên xwe digerin. Li Tirkiyeyê pergaleke darazê ya ku gel baweriya xwe pê bîne tuneye. Mirovên ku ji bo maf û edaletê derdikevin kolanan û mafê xwe yê ewlekariya qanûna bingehîn bi tînin, tên sûcdarkirin, destgîrkirin, girtin û darizandin.”

Ocak, bal kişand ser çîroka Ahmet Ustun û wiha bilêv kir: “Ahmet Ustun hîna 25 salî bû û li Cizîrê dijiya. Derdûra saet 23.00’yê şeveke Nîsana sala 1994’an de kesên bi çek bi sê wesayîtan hatin mala Ustun a li Taxa Cudî. Ji malbatê gotin ‘Dê îfade bide û emê wî berdin.’ Kesên bi çek bi vî awayî Ahmet Ustun destgîr kirin.”

Dotira rojê bavê Ahmet Mehmet çû tabûrê û pirsa kurê xwe kir. Rayedarên tabûrê ji bav Mehmet re gotin ‘îfadeya wî hatiye girtin, dê dûre sewqî dadgehê bikin.’ Mehmet li ser vê yekê roja diduyan diçe dozger. Li wê derê jêre dibêjin kurê te hatiye berdan û biçe malê li bendê be. Lê careke din Ahmet Ustun venagera malê.

Şahidê bi navê A.P. bi van gotinan: "Min Ustun li Fermandariya Leşkerî ya Cizîrê di îşkenceyê de dîtiye û bi dehan cara dema ku ew dibirine îşkenceyê min navê wî dibihîst. Min şahidiya wehşetê kir." qala tiştên ku bûbûn ji raya giştî re parve kir. Malbata Ustun bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî di sala 2000'î de careke din serî li dozgeriyê dan û di çarçoveya doza JÎTEM'ê de îfade da.
Heta îro darizandineke ku rastiyê derxe holê û faîlan ceza bike, pêk nehatiye. 25 salên daxwaza Fadîle Ustun a "Ez zanin kurê min hatiye kuştin. Ez dixwazim xwe bigihînim kurê xwe û li ser gora wî dia bikim" nayê bersivandin. 

Kurê Huseyîn Taşkaya ku di sala 1993'an li Rihayê hat windakirin Şerîf Taşkaya jî ragihand ku dema bavê wî hatiye destgîrkirin, dozgerên ku serî lê dane, vê bersivê daye wan: "Heke serokê eşîrê û serokê kontrayê destûr bide ez ê lêpirsîn vekim" Taşkaya di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: "Rewşa dozgerê dewletê wiha bû. 17 sal bûn dadgeh hebû. Dadgeh ji me re dibêje, 'bibin dijminê hev'. Mirovan dikin dijminên hev. Li rojhilatê Firatê 25-30 salên tiştek nebûye. Dadgehê dibêje ku tiştek ji wan dernakeve. Riha niha di destê selefxur û çeteyên ku bi dewletê re tevdigerin de ye. Nale nala mirovan e, nizanin çi bikin. Li ser navê edalet û dadgehê tiştek nemaye."