Dayika Gulîzar li Dêrsimê hat veşartin

Dayika Gulîzar li Dêrsimê hat veşartin

Dayika endamê Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan Gulîzar Kaytan, li Dêrsimê hat veşartin. Kaytan a bi gotina "Oxirvo dayika kowu" hat veşartin, axa ji bajarên Kurdistanê hat anîn li ser gora wê hat reşandin.

Cenazeyê dayika Alî Haydar Kaytan endamê Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Gulîzar Kaytan li Dêrsimê bi merasîmekê hat veşartin. Ji bo beşdarî merasîma cenazeyê bi sedan kes danê sibê li ber Cemxaneya Dêrsimê ya cenaze lê bû, hatin cem hev. Di merasîma cenaze de Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn, Şaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevserokên Rêxistina DBP ya Dêrsimê Ergîn Dogrû û Melek Dolaz, Hevşaredara Îpekyolû ya Wanê Aygul Bîdav, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Dîlek Ocalan, aktîvîstên jin ên DOKH'ê û hunermend Ferhat Tûnç jî amade bûn.

Hemû beşdarên merasîmê wêneyê Gulîzar Kaytan bi sînga xwe ve kirin û pankarta bi nivîsa "Oxir vo dakila kowu", ala KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Darbest li ser milê jinan li wesayîta cenaze hat bicihkirin û bi konvoyekê ber bi Goristana Asrî ve hat birin.

Axa ji Amed û bajarên din ên Kurdistanê hatibû anîn, li ser gora Kaytan hat reşandin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun axivî û wiha got: "Ez ji wê re nabêjin oxir be ji ber ewil hate ser axa Dêrsimê ez xêrhatina Dayika Gulîzar dikim. Me dixwest li çiyayên Kurdistana azad, Dêrsima azad Dayika Gulîzar pêşwazî bikin. Lê tu rihet rabikeve cihê te ev der e. Tu teqez ji bo me namirî."

Altun anî ziman ku Gulîzar Kaytan dîroka ji nifşê ciwan re bê vegotin e û wiha axivî: "Dayika Gulîzar tu dîrokekî. Ji ber ku keda te, hişmendiya te û heskirina te heskirina me hemûyan e. Dayika Gulîzar, Dayika Alî Haydar Kaytan, Denîz, Huseyîn û Reha Kaytan. Ji ber ku hûn xwedî Dayikekî wisa ne hûn serbilind in. Lê ev Dayika we tenê nîn e ya me hemûyan e."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Dêrsimê Ergîn Dogru jî diyar kir ku Kaytan Dayika şoreşa Kurdistanê ye. Dogru anî ziman ku niha jî bi axa xwe re li hev hat û wiha got: "Em ji dayîka Gulîzar re soz didin em dê strana nîvî mayî û romana nîvî mayî temem bikin." 

Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danîn ser gora Gulîzar Kaytan û ji goristanê veqetiyan û çûn cemxaneyê. Li cemxaneyê xwarina xêr hate dayîn.